Search
  • www.bircabelek.com

Amerîka 3 milyon dolar xelat bo serê “wezîrê enformasiyon“a DAIŞê danî!


Amerîka ragihand, her kesê ku bikaribe cihê “wezîrê enformasiyon”a DAIŞê deşîfre bike û wî bide girtin yan jî kuştin, dê 3 milyon dolar xelat bistîne!

Wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew li terorîstekî mezin yê DAIŞê bi navê Mihemed Xidir Mûsa Remezan, ku jê re “Ebûbekir Xerîb” jî dibêjin, digerin ku di nav DAIŞê de “wezîrê enformasiyonê” ye.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka de hatiye gotin, tevahiya xebatên medyayî û piropagandayên DAIŞê bi fermana û çavdêriya Remezan tên kirin. Ji ber wê jî her kesê ku bibe sebeba girtin yan jî kuştina wî dê 3 milyon dolar xelat bistîne.

Mihemed Xidir Mûsa Remezan xelkê Urdinê ye û piştî ku berpirsê Almanî yê enformasiyona DAIŞê Kirîstiyan Emde di operasyoneka YPGê de li herêma Dêrazor ya Sûriyê hat kuştin, bû berpirsê enformasiyona wê rêxistina terorê.

BasNews

3 views