Search
  • www.bircabelek.com

ALMANYA - Çîrokên ciwanên Kurd ku di êrişa çekdarî de canê xwe ji dest dan


5 ji wan kesên ku di encama êrişa li Almanyayê de hatin kuştin Kurd bûn. Yek ji wan nêzikî 50 sal niha malbata wî li Almanyayê bicih bûbû.

Şeva 19ê vê mehê kesekî bi navê Tobias Rathjen ê temen 43 salî, li bajarê Hanau yê ser bi eyaleta Frankfurtê ve, li dijî du kafêteryayên nargîlekêşanê êrişên çekdarî encam dan û di herdu êrişan de 9 kesan canê xwe ji dest dan û ku 5 ji wan Kurd bûn.

Herwiha kesê êrişkar jî li gel dayika xwe di mala xwe de mirî hatin dîtin û bi vî awayî hejmara miriyan gihişt 11 kesan.

Kesê êrişkar di nameyekê de derbarê wê êrişê dibêje, “ji bo qewirandina hinek xelkan ji Almanyayê derengî bûye ji ber wê yekê divê ew bên tunekirin.”

5 kes ku di encama wê êrişê de canê xwe ji dest dan Kurd bûn. Li gor zanyariyên Rûdawê 3 kes xelkê Bakurê Kurdistanê bûn bi navê, Gokan Gultekîn, Ferhad Unvar û Bîlal Gokçe ye û hemwelatiyekî jî heta niha nehatiye zanîn.

Bapîrê Ferhad Unvar 46 sal berê li Almanyayê bicih bûbû . Xalê Ferhad ji Rûdawê re ragihand, “Ferhadê temen 23 salî li Almanyayê ji dayîk bûbû.”

Mehmet Tanriverdî, Cîgirê Serokê Diasporiya Kurdî li Almanyayê ji Rûdawê re dibêje, “Nêzikî 5 hezar Kurd li Hanau dijîn. Divê hikûmet çendîn rêkaran bigire li hember van bûyeran û li dijî wan kesan bisekine ku dijminiya biyaniyan dikin.”

RÛDAW

1 view