Search
  • www.bircabelek.com

Agir bi dexl û danên kurdan li deşta Uzêr ya Xurmatû ket


Agir bi zeviyên genim yên deşta Uzêr ya bajarê Xurmatû yê Başûrê Kurdistanê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin.

Şeva borî agir bi dexl û dan û zeviyên genim yên deşta Uzêr ya bajarê Xurmatû ket. Ew zeviyên ku agir pê ketine, hemû yên kurdan in. Ew cihê ku agir pê ketiye, nêzîkî zeviyên devera Qeretepe ye jî ji ber wê jî tirsa wê heye ew agir derbasî zeviyên wir jî bibe.

Serokê berê yê encumena nahiya Cebare ya Xaneqînê, Şukur Mihemed ji BasNewsê re got, mixabin agir bi wê deştê ketiye û heta niha jî nehatiye vemirandin. Ji ber ku tîmên vemirandina agir nînin li vê deverê. Çend sal in em daxwaza danîna binkeyeka vemirandina agir dikin lê heta niha daxwaza me bicîh nehatiye.

Şukur Mihemed her wiha got, ev çend sal in agir bi zevî û dexl û danên cotkarên deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dikeve. Par gelek zevî û berhemên cotkarên vê deverê şewitî.

Berpirsên Iraqî vê yekê davêjin stûyê DAIŞê lê tê gotin ku li hinek deveran, milîsên şîe bi enqest agir berdidin zeviyên kurdan.

BasNews

3 views