• www.bircabelek.com

3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî: Xetere li ser çapemeniya rexnegir heye


Li Tirkiyeyê otorîterî bihêz dibe. Desthilatdarî di vê rewşê de ji bo nûçeyên derbarê operasyona leşkeri ya li Idlibê, midaxeleya li Idlibê, penaberên li Edirneyê ku deriyê Ewropayê li ber wan vekiribû bixe bin kontrola xwe, rojnameger desteser kirin û ew girtin. Li Tirkiyeyê 3yê Gulanê rojeke din a Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, rojnameger di bin metirsiya derxistina ji karî, sansurê, dadgehkirin û girtinê de derbas dikin. Di pêvajoya agahdarkirina derbarê koronavirusê de tekane çavkanî Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê bû. Di vê pêvajoyê de bi tohmeta ku “tirs û xofê di nava gelî de belav dikin” 12 rojnameger hatine desteserkirin. Sê rojnameger jî neçar mane li Emniyetê îfadeyê bidin. Li gorî Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê ya mehên Kanûna Paşiyê-Sibat û Adara 2020an li Tirkiyeyê herî hindik 121 rojnameger ji ber 25 qanûnên cida yên weke Qanûna Cezayan a Tirkan, Qanûna Dijterorê, Qanûna Pisayaseyên Serbest dihatin dadgehkirin. Hatiye xwestin ku 9 cezayên muebeta girankirî, 4 cezayên miebetê û hezar û 501 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li van rojnamegeran bê birîn. Milyon û 560 hezar TL jî cezayê pereyan xwestine li 7 rojnamegeran were birîn. Di demeke wiha de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li dijî Yekem Paketa Darazê derketibû û biryar girtibû ku Tirkiyeyê bi awayê “biwesf bişopînin”. Di 5 salan de bi tohmeta “heqareta li Serokomarî” ceza dane 62 rojnamegeran Tirkiye di Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de ji 180 welatan di rêza 154an de cih girtiye. Li vî welatî herî hindik 62 rojnameger ji Tebaxa 2014an, roja Recep Tayyîp Erdogan weke Serokomar hate hilbijartin heta roja îro, li gorî Xala 299em a Qanûna Cezayan a Tirkan (QCT) bi cezayên girtîgehê û yên pereyan hatine cezakirin. Ev xal bûye “sembola otorîteriyê”. Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê, ji van sernavan pêk tê: “Rojnamegerên hatine kuştin”, “rojnamegerên girtî”, “êrîş, gefxwarin”, “bêcezatî”, “lêpirsîn û doz”, “cezayên derbarê heqaretê de û cezayên tezmînatê”, “Saziya Îlanan a Çapemeniyê”, “qedexekirin, girtin, komkirin”, “Nûçegihanî”, “Dadgeha Destûrî”, “DMME”, “RTUK”, “Rojnamegerên ji kar hatine derxistin”. Rojnamegerên girtî: Piştî bêdadiyê niha jî koronavîrus Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2020an de li Tirkiyeyê piştî ji ber Qanûna Dijterorê, xala 220/7ê ya QCTyê (digel ne endamê rêxistinê be jî alîkarî dabe rêxistinê), xala 299ê ya QCTyê a derbarê “heqareta li Serokomarî” de ye rojnameger hatine cezakirin, vê carê jî 6 rojnameger ji ber li dijî qanûna Rêxistina Istixbaratê (MIT) derketine 6 rojnameger hatin girtin. Rojnamegeran nûçeya derbarê “binaxkirina endamekî MITê yê li Libyayê miribû” weşandibûn. Rojnameger Hakan Aygun jî ji ber tweeteke xwe bi tohmeta “kîndarî û dijminahî di nava gelî de belav kiriye” hate girtin. Wezareta Dadê ji ber şewba koronavirusê ango Covid-19ê hevdîtinên girtiyan ên bi malbatan re da sekinandin. Li şûna wê mafê telefonkirinê yê di hefteyan de 10 deqîqe ne kiriye heftê du caran. Dema ku Rapora Çavdêriya Li Medyayê dihate amadekirin, ev rojnamegerên ku girtina wan dispartin Qanûna Dijterorê, ji derveyî guhertina qanûna înfazê wê hatine girtin. Li gorî vê qanûnê divê 90 hezar girtî ji ber xetereya koronavirusê werin tehliyekirin. Rojnameger Ahmet Altanê 70ê salî, Mumtazer Turkone û Ziya Atamanê nexweş jî tê de wê bi dehan nûnerên medyayê bi wê xetereya sewbê re rû bi rû bên hiştin. 33 rojnameger hatine desteserkirin Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2020an de herî hindik 33 rojnameger û nûnerên medyayê hatine desteserkirin. Polîsan bi darê zorê îfadeya sê ji wan wergirtine. 12 ji van rojnamegeran ji ber nûçeyên derbarê koronavirusê de weşandine hatine desteserkirin. Sê ji wan neçar hatine hiştin ku ji bo heman mijarê îfadeyê li emniyetê bidin. 17 rojnameger jî ji ber ku nûçeyên derbarê penaberên li pazarkuleya Edirneyê dixwestin biçin Ewropayê de amade dikirin hatine desteserkirin. Par di heman mehan de neh rojnameger hatibûn desteserkirin. 6 ji van ji ber nûçeyên derbarê Pirsa Kurdan de hatibûn desteserkirin. Di tevahiya sala 2019ê de 49 rojnameger hatibûn desteserkirin. 26 ji wan ji ber nûçeyên derbarê Prisa Kurdan de hatibûn desteserkirin. Êrîşî Pehlivanî kirine Bariş Pehlivan, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê malpera Odatvyê roja ku hate girtin û ew birin Girtîgeha Sîlîvriyê, di dema ketina nava girtîgehê de rastî tundkariya wezîfedaran hatiye. Bi slogana “Şehîd namirin, welat parçe nabe” xwestine êrîşî mala sê rojnamegeran bikin ku li Sputniknewsê kar dikirin. Serokomer Erdogan xwe bi wî rojnamegerî re aciz kiriye ku berteka partiya mixalefetê ji wî pirsiye. Erdoganî her weha êrîşa devkî li Fox TVyê kiriye. Erdoganî gotibû “yek du şehîdên me hene” mixalefetê jî bertek nîşanî wî dabû. Di heman mehên par de êrîş biribûn ser 4 rojnamegeran. Gefa mirinê li yekî/ê xwaribûn. Di van mehan de êrîş bêhtir li ser rojnamegerên herêmî ên weke Nevşehîr, Konya û Nazilliyê pêk hatibû. Di tevahiya sala 2019ê de êrîş li ser 26 rojnamegeran hatibû kirin. Rojnameger Ugur Mumcu di sala 1993yê û Ahmet Taner Kişlali  di sala 1999ê de hatibûn kuştin. Derbarê kuştina wan de dozek bi navê Hêviyê ango Umut hatibû vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Ogûz Demîr, kesê bombe avêtiya û pênc bergumanên din biryara ji nû ve dadkirinê standibû. Lê ji ber şewba koronavirusê wê ev dadgehkirin di meha Çiriya Paşiyê de pêk were. Heft dadger û dozgerên ku bi sedema rojnamegerê lêkolîner Ahmet Şik, di Adara 2011ê de ji ber reşnivîska pirtûka wî ya bi navê “Artêşa Melayî” (İmamın Ordusu) girtibûn, li 14em Daîreya Ceayan a Dadgeha Bilind dihatin dadgehkirin. Dadger û Dozger bi tohmeta ku “erka xwe di rêyên dijyasayî de bikar anîne” û “azadiya hin kesên din asteng kirine” wê tên dadgehkirin. Dadgehkirin wê di meha Hezîranê de pêk were. Gefa cezayê girtîgehê li 121 rojnamegeran tê xwarin Di van mehan de 121 rojnameger 74 caran derketine pêşberî dadgehan. Tohmetên ku têkildarî rêxistinên teröre yên biçek û heqareta li Serokomarî di serî de, rojnameger bi 25 sûcên cida tên dadgehkirin. Di doza neh rojnameger ango nûnerên medyayê de biryar derketiye. Dozên van rojnamegeran di çarçoveya dozên rojnamegeriyê ango polîtîk de hatibûn vekirin ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê” tên dadgehkirin. 8 rojnamger bi tohmeta ku “sîxurtî kirine” an jî “belgeyên nepen ên dewletê bi dest xistine û weşandine” hatine dadgehkirin ku tê xwestin bi 225 salan werin cezakirin. Heta 1ê Kanûna Paşiyê dadgehkirina 20 kesan li dadgehên herêmî, ya sê kesan li îstînafê, qediya bû û biryar ji bo 30 rojnamegeran hatibû dayîn. Di vê deme de 18 biryarên bearetkirinê, 13 biryarên cezayê girtîgehê, 2 jî yên cezayên pereyan hatine dayîn. Bi tohmeta ku “rêveberê rêxistinê ye”, “endamê rêxistinê ye”, “digel ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 906 sal ceza ji bo 57 rojnamegeran dihate xwestin. 4 doz bi dawî hatine, li ser hev 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran hatiye birîn. Rojnameger bi tohmeta ku endamên rêxistinê ne û dixwazin yekîtiya dewletê têk birin hatine dadgehkirin. Dosyaya sê rojnamegeran ji ya vanên din hatiye cidakirin û biryara bearetê hatiye dayîn. 275 sal cezayê girtîgehê ji bo 55 rojnameger an jî nûnerên medyayê hatiye xwestin ku bi tohmeta “propagandaya rêxistinê kirine”, “daxuyaniyên rêxistinê weşandine”, “nasnameya wan kesan aşkere kirine û kirine hedef” hatine dadgehkirin. Tohmeta propagandaya rêxistinê li 50 rojnamegeran, endamtiya rêxistinê li 37 rojnamegeran hatiye kirin. Di encama dadgehkirinan de 6 rojnamegeran beraet kiriye. 11 sal û 2 meh û 8 roj cezayê girtîgehê li ser hev li heft rojnamegeran hatiye birîn. Aşkerekirin biryara cezakirina sê rojnamegeran hatiye taloqkirin, cezakirina rojnamegerekî hatiye taloqkirin. Li ser hev 3 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li du rojnamegeran hatiye birîn û cezayê wan nehatiye taloqkirin. Heşt rojnameger bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kirine”, şeş rojnameger bi tohmeta ku “saziyên dewletê biçûkxistine” li gorî xala 301em a Qanûna Cezayan a Tirkan, pênc rojnameger jî bi tohmeta ku karmendên dewletê yên têkoşîna dijterorê dikin kirine hedef, hatine dadgehkirin. 9 cezayê miebeta giran, 4 cezayê miebetê û hezar û 501 sal û 8 meh cezayê girtîgehê ji bo 121 rojnamegeran hatiye xwestin. Dozên ku bi tohmeta “heqaret li Serokomarî hatiye kirin” ne di nava van hejmaran de ne. Dozên heqaretê Dadgehkirina pênc rojnamegeran a bi tohmeta “heqaretkirinê” berdewam kiriye. Rojnamegerekî beraet kiriye, 7 hezar û 80 TL cezayê pereyan li yekî birine. Dadgeha Îstînafê 5 meh cezayê girtîgehê yê rojnamegerekî hatiye pesendkirin. Bi tohmeta ku “êrîşî mafên şexsî kirine” an jî “heqaret kirine” doz li heft rojnamegeran hatibû vekirin. Hatiye xwestin ku li ser hev milyon û 560 hezar TL cezayê pereyan li wan bê birîn. Doza ku dixwest 300 hezar TL cezayê pereyan li rojnamegeran were birîn nû hatibû vekirin. Doza li rojnamegerekî hatibû vekirin, nehatiye qebûlkirin. Di her sê mehên heman demê ên par de bi heman tohmetê 72 sal û 4 meh cezayê girtîgehê ji bo 27 rojnamegeran dihate xwestin. 3 rojnamgerên ku bi tohmeta “heqaretê” dihatin dadgehkirin beraet kirine. Doza rojnamegerekî/ê ku bi tohmeta “buxtanê” hatibû vekirin, ji ber dema yasayî di ser re boriye betal bûbû. Sal û mehek cezayê girtîgehê û 8 hezar û 660 TL cezayê pereyan li yekî/ê hatibû birîn. Di heman deme de bi tohmeta ku “êrîşî mafên şexsî kirine” an jî “heqaret kirine” xwestibûn milyonek û 901 hezar TL cezayê pereyan li 6 rojnameger û 3 dezgehên medyayê were birîn. 30 hezar TL cezayê pereyan li du rojnameger û dezgeheke medyayê hatibû birîn. Daxwaza cezayê hezar TLyî nehatibû qebûlkirin. 7 rojnameger bi tohmeta “heqaretê” hatine dadgehkirin Di mehên Kanûna Paşiyê-Sibat-Adara 2020an de ji ber nêrîn û rexneyên derbarê Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî de, 7 rojnameger hatine dadgehkirin. Li ser hev 18 sal û 8 meh cezayê girtîgehê ji bo Engin Korkmaz, Necla Demir, Ahmet Sever û Erk Acarerî hatiye xwestin. Sal û 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê li Faruk Arhanî hatiye birîn. Ji ber ku dema yasayî boriye, doza Can Dundar û Abbas Yalçinî betal bûye. Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan weke Serokomar hate hilbijartin, ji Tebaxa 2014ê û pê ve Xala 299ê bêhtir hate bikaranîn. Heta 1ê Nîsanê herî hindik 62 rojnameger ji ber vê xalê bi cezayê girtîgehê, cezayê girtîgehê yê taloqkirî û cezayê pereyan hatin cezakirin. Tenê di sala 2019ê de li ser hev 3 sal û 2 meh û 26 roj cezayê girtîgehê, 35 hezar TL jî cezayê pereyan li herî hindik heft rojnamegeran hatibû birîn. 59 roj cezayê qutkirina ilandayînê li Evrensel û BirGunê hate birîn Zanîngeha Gazîanpetê bi rojnamegerên li herêmê kar dikin re axivî bû û raporek derbarê şert û mercên wan de amade kiribû. Ajansa Mezopotamyayê ev rapor weke nûçe weşandibû. Rojnameya Evrenselê jî ev rapora bi navê “Rapora Plana Çalakiyan” ji bo xwendevanên xwe ragihandibû. Saziya Îlanên Çapemeniyê (BİK) ji ber vê nûçeyê cezayê qutkirina îlanan ji bo 10 rojan dabû rojnameya Evrenselê. Her weha bi sedema ku “di hin nûçeyên xwe de çavkanî nenivîsandiye” li ser hev cezayê qutkirina îlanan ji bo 49 rojan li rojnameya BîrGunê, bi sedema “sernavên nûçeyan jî” heman ceza li rojnameya Evrenselê birîbû. 232 nûçe hatine sansurkirin Di van sê mehan de sê malper hatine sansurkirin. 232 lînkên nûçeyan (cumhuriyet.com.tr, bianet.ogr, Diken, BirGun, Artı Gerçek, Gazete Duvar, T24, Odatv, Sputnik Turkiye, Evrensel, Halk TV, Tele1, Gerçek Gundem û hwd), hatine astengkirin ku di nûçeyên xwe de gotine Berat Albayrak, Wezîrê Darayî li ser rêya Kanal İstanbulê erd kiriye. Dîsa nûçeyên weke “çenteyê 50 hezar dolarî” yê Emîne Erdogan, hevjîna Serokomar Erdoganî, xwekuştina ajokarê TIRekê li Konyayê û hin nûçeyên din jî hatine astengkirin. Malpera Wikipediayê piştî biryara Dadgeha Destûrî hate vekirin. Malper bi tohmeta ku dijayetiya Tirkiyeyê dike du sal û heşt meha li Tirkiyeyê hatibû sansurkirin. Kartên çapemeniyê yên zêdetirî 150 nûnerên medyaya navnetewî li Tirkiyeyê di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de qediyane lê heta niha jî nehatine nûkirin. Ev kart dihêle ku rojnameger li Tirkiyeyê bicih jî bibin. Her weha kartên çapemeniyê yên 27 rojnamegerên di saziyên medyaya rexnegir de kar dikin jî hatine betalkirin. Ji bo piştgiriya têkoşîna kedkarên tenduristiyê bikin kampanyaya çepikan hate destpêkirin. Nivîskar Haşmet Babaogluyî got, “Ez ji vir dibinim û dişopînim ku bê ka komek pîs çawa pêşwaziya vê kampanyaya çepikan dikin.” Piştî Serokomar Erdoganî piştgiriya kampanyayê kir, Babaoglûyî hesabê xwe yê Twitterê girt. Îsmaîl Çîgît, Berpirsê Giştî yê Weşana rojnameya Ses Kocaeliyê ji ber nûçeyên derbarê vîrûsê de hatibû desteserkirin. Piştî desteserkirina xwe Çîgîtî got, “em neçar man û me dev ji şopandina van nûçeyan berda”. Bi sedema ku weşaneke objektîv û bêalî nake, Partiya Gel a Komarî (CHP) biryar stand ku dernekevin weşana televizyonê ya CNN Turkê. Dadgeha Destûrî binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirine pesend kiriye Dadgeha Destûrî biryar daye ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê çar rojnameger û dezgeheke medyayê hatiye binpêkirin. Dadgehê biryar da ku dewlet 30 hezar û 905 TL cezayê pereyan bide rojnameger û dezgehên medyayê. Herweha ji bo rojnamegerekî/ê û rojnameyekê biryar da ku biryarên dadgehan an jî proseduran mafên wan ê azadiya xweîfadekirinê binpê nekirine. Dadgehê serlêdana malpera nûçeyan a sendika.orgê ya ji bo astengkirina malperê, nirxandiye ku dadgehkirina wê çar sal û nîvan berdewam kiriye. Dadgehê diyar kiriye ku biryara astengkirinê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ye û bêpîvan e. DMMEyê ceza li Tirkiyeyê biriye Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana heşt rojnamegeran nirxandiye ku gotine mafê me yê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. DMMEyê biryar daye ku mesrefên dadgehê jî tê de Tirkiye 10 hezar û 200 avro (nêzîkî 76 hezar û 500 TL) cezayê pereyan bide. RTUK: Ceza li dezgehên medyayê birî Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) ji ber weşanên nûçe, film û programan 89 cezayê pereyan, du cezayên hişyariyê û pênc cezayê sekinandina programan li kanalên TVyan biriye. Ti ceza li kanalên radyoya nebiriye. Li ser hev 5 milyon û 520 hezar û 078 TL cezayê pereyan li kanalên tvyan biriye. Derxistina ji karî Di her sê mehên sala 2020an de du rojnameger ji karî hatine derxistin. Ev rojnameger salên dûdirêj di van dezgehan de kar kirine. Lê dijqanûnî û dijmirovî ji kar hatine derxistin. Di her sê mehên beriya niha de rojnameya Hurriyetê ya Gruba Demirorenî 49 xebatkar bêyî heqdestên wan ên ketine ser hev bide ew ji karî derxistibûn. Di van sê mehan de jî rojnameya Posyayê ya heman grubê rojnameger Tîmûr Soykanê ku bi salan weke midûrê nûçeyan li heman rojnameyê kar kiriye, ji kar derxistiye. Batuhan Çolak, Berpirsê Weyanê yê malpera rojnameya Yeniçagê jî di vê demê de ji karî hatiye derxistin. (EO/IA/SA/FD)

Erol Önderoğlu İstanbul Üniversitesi Fransız Filolojisi Bölümü'nden mezun. 1996'da muhabiri olduğu uluslararası Sınır Tanımayan Gazeteciler (RSF) örgütünün Türkiye temsilcisi olarak çalışıyor. 1999'dan beri İPS İletişim Vakfı'nın projesi olan bianet sitesinde, Hukuki Destek Masası koordinatörü, ifade özgürlüğü editörü ve yayın yönetmeni olarak çalıştı. 4.800 kadar imzalı haber ve makalesi bulunuyor. Bizim Gazete ve Güncel Hukuk dergisi için haber ve makaleler yazdı. Halen bianet'te Medya Gözlem Raporları'nı hazırlıyor. İdil Aydınoğlu Avukat. İstanbul Bilgi Üniversitesi Hukuk Fakültesi'nden mezun oldu. İstanbul Bilgi Üniversitesi'nde İnsan Hakları Yüksek Lisans Programı'nda eğitimine devam ediyor. CİSST bünyesindeki Türkiye Hapishaneleri Enformasyon Ağı Projesi’nde ağırlaştırılmış müebbet mahpuslar alt ağ temsilciliğini yürütüyor. Sinem Aydınlı Bağımsız araştırmacı. Orta Doğu Teknik Üniversitesi Felsefe Bölümü'nden mezun olduktan sonra Bilkent Üniversitesi Medya Çalışmaları'nda yüksek lisans yaptı. İstanbul'da başladığı doktora çalışmalarını "yazılı basın ve politik ötekiler" üzerine yazdığı teziyle Londra Loughborough Üniversitesi'nde tamamladı. Medya söylemi, duyguların kültürel politikaları ve medya ilişkisi üzerine çalışmalarını sürdürüyor.

BÎANET

0 views