Search
  • www.bircabelek.com

31 parlamenterên Tirkiyê xistin karantînê


Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop ragihand ku 31 parlamenterên wî welatî ku çûne Ewropayê û vegeryane, niha ew xistine karentînê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop derbarê rojeva parlamentoya Tirkiyê de agahî da û pirsên rojnamevanan bersivand.

Mustafa Şentop diyar kir ku ne bi tenê Tirkiyê hemû cîhan ji ezmûneke dijwar derbas dibe, geşedanan dişopînin, Tirkiye ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) tedbîrên pêwîst wergirtine.

Şentop destnîşan kir ku ya girîng ew e ku guh bidin daxuyaniyên bi destê rayedaran hatine dayîn û guh nedin daxuyaniyên manîpulatîf.

Li ser îdiayên dibêjin hin parlamenterên ku ji umreyê vegeriyan ji karentînayê revîn Şentop wiha axivî: “Dibêjin qaşo 17 palamenterê ji umreyê hatine û ji VIPyê re revîne. Çawa dibe? Agahiyên hemû parlamenterên me yên ku ji serê adarê pê ve derketin dervayê welêt û ji dervayê welêt vegeriyan, li cem me hene. Di nava wan da yên ku çûne umreyê yan jî yên ku ji umreyê vegeriyane tune ne. Hema hema tevahiya van parlamenterên me ji welatên Ewropayê vegeriyane. Ji partiyên me yên cuda ne. Yek ji Ozbekistanê, yek ji Tanzanyayê, yek jî ji Komara Tirk a Qibrisa Bakur hatine. Xêncî vê piraniya wan ji Ewropayê hatin."

Serokê Parlamentoya Tirkiyê herwiha da zanîn ku 31 parlamenterên pêştir serdana welatên Ewropayê kirine xistine karentînê.

RÛDAW

7 views