Search
  • www.bircabelek.com

3 geştiyarên Çînî li Firokxaneya Hewlêrê hatin vegerandin


Rêvebirê Pasporstê ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, îro geştiyarên Çînî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo welatên wan hatin vegerandin.

Rêvebirê Pasporstê ya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Rizgar Efendî ji K24ê re ragihand, îro geştiyarên Çînî li firokxaneyê bo welatên wan hatin vegerandin.

Amaje bi wê jî da, pêştir tenê pişknîna ji geştiyaran re dihat kirin, lê ji îro ve ker kesek ji Çînê yan her kesekî biyanî berî roja 14ê vê mehê serdana Çînê kiribe, li Firokxaneyê bo welatên wan tên vegerandin, heger hilgirên pasportên Iraqî bin jî, pişknînên hûr ji wan re tê kirin.

Got jî: Her rênmayekê digirine ber, ji bo rêgiriyê li belavbûna nexweşiya Korona bikin.

Pêştir jî, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihandibû, ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê û rêgirîkirina li vêrûsa Korona, daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê dikin, geştên xwe ji Çînê re dereng bixin, ta dema ew tên agahdarkirin.

Heta niha nexwşiya Korona li 22 welatên cîhanê hatiye tomarkirin, ku jêdera wê ya sereke bajarê Wuhanê yê Çînê bû, heta niha jî li wî welatî 259 kesan canê xwe jidest dane û li seranserî cîhanê 11 hezar û 791 nexweş jî hatine tomarkirin.

S. B

K24

2 views