• www.bırcabelek.com

Çar partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê li dijî Îranê daxuyanî dan


Çar partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê ji ber biryara îdama Pêşmergeyê PAKê Hoşmend Elîpor û rewşa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş belav kirin û têde siyasetên Îranê li hember kurdên Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li hember gelên Îranê şermezar kirin.

Hereketa Îslamî ya Kurdistanê (AZADÎ), Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK), Grûba Diyalogê ya Dîcle Feratê û Partîya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) di daxuyaniya xwe ya hevbeş de siyasetên Îranê li hember gelê Kurd û gelên din ên Îranê û bertekên wê li hember daxwazên rewa yên xelkê red dikin û dibêjin: “Em wek rêxistinên sîyasî yên Bakûrê Kurdistanê, kiryarên dijminane û hovane yên ku dewleta Îranê bi taybet li hember Rojhilatê Kurdistanê û bi giştî li ser gelên Îranê dike, bê guman qebûl nakin û rewa nabînin. Ev dewlet di her demê da, daxwazên rewa yên Neteweya Kurd, bi îşkence, îdam û qetlîaman bersivandîye. Her daxwazek rewa yê siyasî û mirovî wek qeyran nasandiye û bertekên hovane nîşan daye. Ev sepana Îranê li dijî mafê mirovan e û herweha li dijî tevahîya prensîp û exlaqên îslamê ye jî.”

Ew partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê diyar kirine, ku hikûmeta Îranê li hember daxwazên Kurdan, tundiyê û terora dewletê bikar tîne û tekez kirin: “Tê zanîn ku, di tevahiya raportên mafên mirovan de, daxwazên rewa yên Rojhilatê Kurdistanê bi destê rejîma Îranê bi zindan û îdaman re rûbirû mane.

Heta îro jî bi hezaran endamên HDKÎ - Hizba Demokrata Kurdistana Îran, PAK ango Partiya Azadiya Rojhilatî Kurdistan û Komele - Komeleya Zehmetkêşanî Kurdistan têne îşkencekirin, îdamkirin û hinek ji wan jî li benda îdamkirinê di zindanan de têne girtin.

Bi dehan sal e ku rejîma Îranê, terora dewletê li hember gelê xwe bi hovane bikar tîne. Bertekên gel ên siyasî, sosyal û aborî ku li hember polîtîkayên rejîmê yên şaş, bi tedbîrên leşkerî û tund tê bersivandin û fetisandin.”

AZADÎ, CNK, PSK û Grûba Diyalogê ya Dîcle Feratê dibêjin, “Îran bi van kiryar û biryarên kuştin û îdaman dixwaze, daxwaz û mafên Kurdan bifetisîne” û didin xuyairin, ku Îran, “xwepêşandanan û xwepêşanderan bi van cure kiryarên qirêj tehdîd dike.”

Her çar alî destnîşan kirine: “Dîsa wek mînakek, bi biryara îdama Pêşmergeyê PAKê Hoşmend Elîpor, rejîma hov dixwaze tirsê bixe dilê xwepêşander û azadîxwazan”, û ji bo rawstandina kiryarên tund ên Îranê yên li dijî Kurdan, bang li civaka navdewletî dikin û dibêjin: “Li ser vî yekê em daxwaz ji Yekîtîya Neteweyan, raya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên azadîxwaz dikin ku evan kiryarên Îranê yên hovane bibînin û bikevin liv û tevger û çalakîyek da ku pêşî li îdama rejîma hov bigrin.’

Pêşmergeyê PAKê Hoşmend Elîpor sala 2018 tevî kesekî din bi navê Mihemed Usad Qadir li ser rêya Seiq-Baneyê hatibû girtin. Çar rojan piştî girtinê, îtîrafên wan herdu kesan li televîztona netewî ya Îranê hatibû weşandin, ku têde amaje bi rola xwe di êrîşa bo ser binkeyeke hêzên Îranê li Seqizê de kiribûn.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan ku rewşa mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dişopîne, roja 14ê meha dawî (Kanûn) ya 2019 ragihandibû, ku roja Yekşemê 11ê Kanûnê ji parêzerê Hoşmend Elîpûr û malbata wî re hatiye ragihandin, ku biryara bidarvekirinê derheqê wî çalakvanê siyasî yê xelkê Serdeştê de hatiye dan.

RÛDAW


0 views