• www.bırcabelek.com

PDK îsal kongreya xwe saz dike


Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku ew dê bi sedema pêwîstiyê û xwe guncadina li gel rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, îsal kongereya xwe saz bike.

Desteya Serokatiya PDKê, Îro Şemiyê (18.01.2020) bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civiya û piştî civînê bi daxuyaniyeke ragihand ku biryar hate dayîn ku îsla kongereya xwe saz bike.

Di daxuyaniya PDKê de hat gotin ku Desteya Serokatiya PDKê di civînê de pêşhate û bûyerên vê dawiyê bi taybetî yên bandora wan rasterast li ser herêmê û Iraqê hene hatine nirxandin.

Li gor daxuyaniyê biryarên vê dawiyê yên Parlamentoya Iraqê bi nêrîna Desteya Serokatiya PDKê dûr e ji pirênsîpên serekî yên piştî hilweşandina rejîma sala 2003ê ku komara nû Iraqê li ser hat damezirandin û ku ew jî hevpişk û tifaq bû di hukimkirinê de bo tevaya pêkhateyên neteweyî, olî û pişikdarîkirina hemûyan di biryarên çarenûssaz de.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoya niha de Herêma Kurdistan û Iraqê bibe qada milmilaniya welatên din û di bedewamiyê de wiha gotin: “Gefe terorê hêj li ser rewşa aramî û seqemgeriyê berdewam e. Rewşa aborî welatiyên Iraqê xirab bûye û nikare vê krîze zêdetir ragire. Divê ji bo ewlehiya civaka alîkarî xwe ji biryarên yekalî xwe dûr bixin.”

Herwiha Desteya Serokatiya PDKê dibêje ku ew piştevaniya proseya çaksazî ya kabîneya nehem a Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin.

Pêkanîna kongereya mijareke din a Desteya Serokatiya PDKê bû û derbarê vê yekê de jî dibêje: “Desteya Serkirdayetiya PDKê, pirsa encamdana kongieya 14em a PDKê gênegeşe kir. “Gelek girîng e ku partiya me li hemberê pêşdeçûnên bilez yên herêmê, bo lihevbûna navxwe û derveyê xwe, divê beşên partiyê xebatên baş bikin û fedakariyan bikin. Bi vê sedemê rêvebiriya serokatiya partiyê biryar daye ku di sala 2020an de kongreya xwe bike. Di vê çarçoveyê de erk (desthilatî) hat dayîn bo polîtburoya partiyê ku xebatên pêdivî bike.”

RÛDAW


0 views