• www.bırcabelek.com

Navenda hizbulahê hate şewitandin


Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên li Îraqê de, duhê li bajarê Necefê xwepîşandaneke din ya berfire hate organîzekirin.

Di xwepîşandana Necefê de, xwepîşander hevdem li gel daxistina rêya serekî ya balefirxaneya Necefê, agir li navenda giştî ya hizbulaha Îraqê ya li vê bajarê berdane û ev navenda han bi temamî şewitandine.

Xwepîşandanên li dijî hikûmetê niha li Bexda, Necef, Zîqar, Wasêt û Besreyê didomin.

KTV


0 views