• www.bırcabelek.com

Nêçîrvan Barzanî li gel Donald Tiramp dicive


Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê bi daxwaznameyeka fermî pişikdarîyê di korbenda abûrîya cîhanî ya Daos dike ku li rojên 21 heya 24 evê mehê li bîwerîya pêncî salîya damezirandina wê de birêve diçe û têde li jêr navûnîşana Cîhaneka Hevgirtî û Pêşkevtî ya berdewam de, rûnahîyê dixin ser pirsên cîhanî yên taybet bi abûrî, sîyaset, asayîş û akincîyê.

Di dema pişikdarîkirina Nêçîrvan Barzanî di korbendê de, li gel Donald Tiramp, serokê Emerîka, Entonîyo Gotêrêz, sekiretêrê giştî yê Netewe yên Hevgirtî û hejmarek ji serkirde, wezîr û berpirsên welatan dicive. Di wan civînan de, pêşxistina peywendîyên Herêma Kurdistanê li gel civaka nêvdewletî, sîyaset û helwêsta Herêmê û veguhertina nerînan derbarê pirsên herêmî û cîhanî dihên gengeşekirin.

Di her di pişikdarî ya xwe de, Nêçîrvan Barzanî di rûniştineka korbenda Davosê bi navê (Rojhelata Navîn a Naaram) dê axive. Têde behsê lêkekevte yên alozîyên berdewamên Rojhelata Navîn dike ku bûye sedema tirs û nîgeranîyeka mezin a cîhanî û herêmî û ronahîyê dixe ser bandora sitratîcî ya kirîzên niha li ser aştî û akincîyê li Kendav, Îraq û Sûriyê.

K24


0 views