• www.bırcabelek.com

Trump bi tundî hişyarî da Xaminêyî!


Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Xaminêyî û jê xwast, hay ji gotinên xwe hebe!

Serokê Amerîkayê Donald Trump di twîtekê de dibêje, rêberê qaşo mezin yê Îranê, ku vê dûmahîkê ti mezinahiya wî jî nemaye, gotinên xirab li ser Amerîka û welatên Ewropayê kiriye. Aboriya Îranê ber bi wêranbûnê ve diçe û gelên Îranê jî di nav kambaxiyê de ne, ji ber wê jî bila ew (Xaminêyî) hay ji gotinên xwe hebe!

Elî Xaminêyî duhî piştî 8 salan di nimêja îniyê de xutbe da û got, “Me bi êrişên mûşekî rûmeta Amerîkiyan şikand!”

Xaminêyî, derbarê kuştina Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve jî got, “Amerîkayê nekarî rûbirû şerê Sulêymanî bike. Bi şêweyekî tirsonek Qasim Sulêymanî teror kirin û gelên li navçeyê jî dagirkerî û terorkirina Sulêymanî red dike.”

BasNews


0 views