• www.bırcabelek.com

NY: Li Sûriyeyê 5 milyon zarok winda ne


Komîsyona Lêkolînên Li Ser Mafên Mirovan a Netweyên Yekbûyî li ser Sûriyeyê raporek amade kiriye. Sîyasetnasê ji Brezîlyayê, Paulo Sergio Pinheiroyî serokatîya komîsyonê kiriye.

Li gor raporê:

  • Li Sûriyeyê zêdetir du milyon zarokan nikarin bi awayekê rêkûpêk biçin dibistanan.

  • Piştî şerî bi hezaran dibistan herifîne.

  • Bûyerên tûndkar diqewimin û ji ber wê zarok nikarin biçin dibistanan.

  • Zarok ji bo beşdarî leşkerîyê bibin têne şandin.

  • Mirov li ber çavên zarokan tên înfazkirin.

  • Tecaviz li arokên keç tê kirin.

  • Zarok di xemgînî û tinetîyê de mezin dibin.

  • Gelek zarok û kesên sivîl hatine kuştin lê jimareka berdest nehatiye pêkanîn.

  • 5 milyon zarok winda ne.

(RT/MB)

BÎANET


0 views