• www.bırcabelek.com

Nerwîc çend daişîyên xwe ji Rêveberîya Xweser werdigere


Rêveberîya Xweser jineke Nerwîcî li gel dû zaroyên wê radestî hikumeta welatê wan kir

Riangeha Sûriya ya Mafên Mirovî belavkirîye, rêvebirya Xweser li bajarê Qamişlo li Rojavaya Kurdistanê jineke Nerwîcî ku di nava rêxistina Dai'şê de bû li gel dû zaroyên wê radestî nunerên wezareta derve ya Nerwîcê kir.

Li gor hatîye belavkirin ku hevjînê wê jinê jî di nav rêxistina Dai'şê de li Sûriyê şer dikir û hat kuştin.

Riwangehê got jî: Di 2yê evê mehê de jî dû zaroyên sêwî, bê dayîk û bav ku bi regez Finlendî bûn radestî desthelata welatê wan hatin kirin.

Berî niha jî, Rêveberya Xweser gelek jin û zaroyên çekdarên Dai'şê yên xwedî regeznameyên Belcîkî, Firansî û hinek welatên din yên ewropî radestî welatên wan kiribûn.

K24


0 views