• www.bırcabelek.com

Mazlûm Kobanî bersiva Lavrov da


Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand, ew raportên ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê behsa wan dike ne rast in.

General Mazlûm Kobanî ragihand ku derbarê çaenivîsa DAIŞiyên girtî, rojane hemahengiya wan li gel hêzên navdewletî heye ku Amerîka û Rûsya jî di nav de ne.

Fermandarê HSDê dibêje, tevî metirsiya êrişên Tirkiyê yên li ser wan navendên DAIŞiyan û herwiha derfetên kêm, ew di parastina zîndanên DAIŞiyan de serkevtî bûne.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê DAIŞiyên girtî yên destê HSDê de gotibû, “Hinek zanyariyên dilgiranker gihiştine me. Em niha lêkolînê li ser wan zanyariyan dikin ku HSD li hemberî bireke sînordar a pere tawanbaran azad dike ku li navçeyên cuda yên Sûriyê belav dibin.”

Lavrov herwiha gotibû, “Ev zanyarî metirsîdar in. Me hemûyan bi demeke dûr û dirêj derbarê çekdarên girtî yên DAIŞê hişyarî dan hevbeşên xwe yên Ameîrkî ku bandora wan li ser HSD heye. Mixabin ev metirsî hîn berdewam e.”

Mazlûm Kobanî roja yekşema derbasbûyî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê ragihandibû ku hêzên wan zêdetirî 12 hezar çekdarên DAIŞê girtî ne ku niha di gelek kamp hene li Rojavayê Kurdistanê çekdar û malbatên çekdarên DAIŞê tê de ne ku biyanî û Sûrî ne.

RÛDAW


0 views