• www.bırcabelek.com

ENKS û PYD li ser vegera koçberên Kurd nakok in


ENKS û PYD du nerînên cuda hene debrarê vegera xelkê Rojavayê Kurdistanê bo wan navçeyên ku grûpên çekdar û Tirkiyê dest danîne ser. ENKSê ji Itîlafa Opozsiyona Sûriyê xwastiye, ku komên çekdar ên opozisyona Sûriyê rê bidin xelkê wan navçeyan vegerin ser malên xwe. PYD û hevalbendên wê jî dibêjin, vegera xelkê bi hebûna desthilata wan grûpan nabe, û ti garantiyek ji bo parastina jiyana xelkê nîne.

Di demekê de, ku binpêkirinên hêzên opozsiyonê li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê berdewam in, li Rojavayê Kurdistanê behsa girîngî û pêwîstiya yekrêziya aliyên Kurdî tê kirin, lê di vê derbarê de 2 nerînên cuda hene.

Ji be êrîşên Tirkiyê û komên çekdar bo ser Rojavayê Kurdistanê, bi dehan hezar kes ji xelkê navçeyê koçber bûne û niha li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê di nava kampan û bin çadiran de dijîn.

Ebdullah Şikakî yek ji wan kesan e ku ji ber êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê, ji bajarê xwe koçber bûye. Ebdullah Şikakî niha mijûlî amadekirina pirtûkekê ye li ser binpêkariyên ku ji aliyê çekdarên opozisiyona Sûriyê ve li Efrînê rûdidin.

Ebdullah Şikakî yê temen 68 salî bi neçarî mal û milkên xwe li navçeya Şera ya Efrînî bi cî hiştiye û koçberî Qamişlo bûye.

Ebdullah Şikakî ji Rûdawê re dibêje: “Mal çû zeytûn çûn, milk çû, lê ya ku bandor li min kir, ew bîranîn bûn, pirtûkxaneya min hebû.”

Berî heftiyekê, şandeke Encûman Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Stanbolê ligel serkirdeyên Itîlafa Opozsiyona Sûriyê civînek lidar xist.

Di derbarê wê civînê de jî serkirdeyê ENKSÊ, Silêman Oso ragihand ku ew ji bo pêkanîna komîteyeke hevbeş ji aliyê ENKSê û Îtîlafê ve ligel Îtîlafê gihiştin lihevkirinekê, ji bo şopandina binpêkirinên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê û herwiha ji bo vegera koçberên wan navçeyan bi awayekî aştiyane ji bo cih û warên xwe.

Endamê ENKSê, Ebdullah Gedo ragihand: “Piştî ku şanda ENKSî bi itîlafê re rûnişt, li ser avakirina komîteyekê rêkeftin ku nûnerên ENKSê jî têde hebin, û bikaribin binpêkariyan rawestînin û wan kesan dadgehî bikin.”

PYD û hevalbendên wê jî dibînin ku vegera xelkê di bin desthilata çekdarên ser bi Tirkiyê ve nabe, ti garantî jî ji bo parastina jiyana wan tune ye.

Şêwirmendê PYDê, Ebdulkerîm Saroxan diyar kir: “Nek tenê binpêkarî, lê derbasbûna wan bixwe binpêkarî ye, xelkên sivîl nikarin li ber bermahiyên DAIŞ û el Nusreyê bijîn.”

Bi gotina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji ber êrîşên Tirkiyê û komê çekdar, 350 hezar kes ji Efrînê û 300 hezar kes ji Serê Kaniyê û Girê Spî ji koçber bûne, di demekê de ku malên piraniya wan kesan ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine talankirin.

RÛDAW


0 views