• www.bırcabelek.com

Sendîkayên nêzî hikûmetê û HDPê piştgiriyê didin dersa bijarte ya zimanê Kurdî


Roja derbasbûyî, dibistanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê roja dawî bû ji bo serlêdanên dersa bijarte ya zimanê Kurdî. Sendîkayên mamosteyan hem ên nêzî hikûmetê û hem jî yên nêzî HDPê, piştgiriya dersa Kurdî dikin. Li gorî sendîkavanan, îsal ji par zêdetir serlêdan hatine kirin. Lê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê heta niha jî amarên derbarê dersa bijarte ya Kurdî de bi rêk û pêk belav nekiriye. Ji ber vê yekê jî mirov nikare reqeman sal bi sal bide ber hev ka hejmara xwendekarên Kurdî dixwazin zêde bûye yan kêm bûye.

Li bajarê Amedê pankartên Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm Bîr Sen ku nêzî hikûmetê ye li ber çavan dikeve. Di pankartan de ji dê û bavan tê xwestin ku ji bo zarokên xwe ligel dersên olî, dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî ango Kurdî hilbijêrin.

Roja dawî ya serlêdana dersa bijarte 9ê vê mehê bû û heta roja dawî ya serlêdanan jî ev pankart li kuçe û kolanan daliqandî man.

Serokê Egîtîm Bîr Sen a Amedê, Ramazan Tekdemîr dibêje: “Ziman mafekî însanî û îslamî ye. Dewletê derfeteke baş da me û em jî divê ji vê fersendê sûd wergirin. Ji ber ku li gorî qanûnên dewletê êdî asîmîlasyon tune ye. Pêşiya zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve hatiye vekirin.”

Dersa bijarte ya Kurdî ji 2012an ve di meriyetê de ye. Ji pola 5an heta pola 8an dê û bav dikarin Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Lê ji bo ku li dibistanek dersa Kurdî bê dayîn divê ji 10 kesan zêdetir serlêdan kiribin.

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê Egîtîm Sen ku xwe weke sendîkeyeke demokrat û Kurdperwer dibîne, destpêkê li dijî dersên bijarte yên Kurdî bû. Lê îsal wê jî helwesta xwe nerm kiriye.

Serokê Şaxa 2emîn a Egîtîm Sen a Amedê, Recep Şîmşek, dibêje: “Kurd gava ku herin serî li dibistanan bidin, hejmara ji bo polek were avakirin derkeve holê, ew dibistan neçar e ku wê dersa bijarte ya kurmancî û zazakî bide.”

Ji bo dersên bijarte wezaretê heta niha 60 mamosteyên hildane kar. Lê bi hezaran mamosteyên Kurdî ku lîsans û lîsansa bilind qedandine bêkar in. Yek ji van mamosteyan Mehmûd Hocaoglu jî 6 sal in mamostetiya Kurdî qedandiye lê hêj bêkar e.

Mehmûd Hocaoglu, Mamosteyê Zimanê Kurdî jî dibêje, “Min li Zanîngeha Artukluyê lîsansa bilind qedand. Ez bûm mamosteyê Kurdî. Lê mixabin di azmûnan de, ji xeynî mamostetiya tirkî qebûl nakin. Ji ber vê yekê ez wisa bêkar mam.”

Digel ku ev 8 sal in li dibistanan zimanê Kurdî weke dersa bijarte hatiye pejirandin jî, Wezareta Perwerdehiyê amarên 3 salên dawiyê belav nekirine. Ji ber vê yekê kes nizane ka heta niha çend zarokan dersa bijarte hilbijartiye. Tenê amarên 2015-2016an li ber dest in û di wê heyamê de 77 hezar û 931 kesî serî li dersa bijarte ya Kurdî daye.

RÛDAW


1 view