• www.bırcabelek.com

Emerîka: Li ber çavê me ye ku Kurdan deng bi derkirina hêzên me neda


Morgan Ortagos, gotebêja wezareta derveya Emerîkayê di dem beşdaîkirinê di jûra nûçeyên Kurdistan24 tekez kir, di mûşekbarana berê sipêdeya roja Çarşembîyê, Îranê ne tenê hêzên Emerîkayê kirîye aramnc, lê jîyan hêzên hevpeymanan bi giştî û Îraqîyan jî xistîye di metirsîyê de.

Got jî: Em ji nêzîk ve li gel hikumeta Herêma Kurdistanê kar dikîn û bi başî jî hest bi rola Kurd dikîn li şerê dijî Daişê. Ew yek jî li bar çavê me ye, ku di rûniştina Perlemana Îraqê de bo pesindkirina pirojeyasa derkirina hêzên bîyanî, Kurdan pişikdarî nekirin.

Got jî: Wezîrê derve yê Emerîkayê peywendîyeke gelek baş li gel Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê heye û di ayînde de jî, li gel serkirdatîya Herêma Kurdistanê di evê peywendîyê de berdewam dibîn.

Tekez jî kir, Îran tim destwerdanê di karûbarên hindûrî yên Îraqê de dike û serwerîya axa wî welatî binpî dike.

Derbarê biryara Perlemana Îraqê jî, bo derkirina hêzên bîyanî ji wî welatî, Ortagos dûpat kir, mana hêzên Emerîkayê li Îraqê bo wî welatî baştire.

K24


0 views