• www.bırcabelek.com

Muqteda Sedir: Kirîza navbera Îran û Amerîka xilas bû!


Serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir ragihand, kirîza navbera Îran û Amerîka xilas bû û bila aliyên siyasî yên Iraqê bi lez hikûmeta xwe pêk bînin.

Muqteda Sedir, ku mezinekî şîeyên Iraqê û nêzîkî Îranê ye, piştî daxuyaniya serokê Amerîka Donald Trump li ser êrişa mûşekî ya Îranê li dijî hêzên Amerîkî yên li Iraqê, peyamek belav kir.

Sedir di peyama xwe ragihandiye, bi daxuyaniya Trump û berpirsên Îranê kirîza navbera her du welatan xilas bû. Êdî dema wê ye aliyên Iraqî hikûmeta xwe pêk bîne û serwerî û serxwebûna Iraqê biparêzin.

Wî siyasetmedarê şîe bang li aliyên siyasî yên Iraqî jî kiriye pênc kandîdan bo posta serokwezîrtiya Iraqê destnîşan bikin û di nav 15 rojan de serokwezîrê nû hilbijêrin.

Muqteda Sedir şîret li Heşda Şeibî jî kiriye baregehên xwe bigire da ku rastî êrişên “despotîzma cîhanî” (qesta wî Amerîka û hevalbendên wî welatî) neyên.

BasNews


0 views