• www.bırcabelek.com

Serok Barzanî: Nabe welat tûşî şerê bi wekalet were kirin


Serok Mesûd Barzanî derbarê geşedanên vê dawiyê yên li herêmê de daxuyaniyek da û ragihand ku nabe welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke were kirin. Serok Barzanî herwiha dibêje Serok Mesûd Barzanî dibêje ku rewşeke metirsîdar li herêmê derketiye holê.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (07.01.2020) derbarê geşedanên vê dawiyê yên li Iraq û herêmê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku rewşeke metirsîdar li navçeyê û Iraqê derketiye holê.

Di daxuyaniyê de Mesûd Barzanî dibêje: “Di heyama ev çend rojên derbasbûyî de rewşeke gelek metirsîdar li navçe û Iraqê derketiye holê û ji hemû aliyan ve hest bi metirsiyeke mezin tê kirin. Di vê rewşê de pêwîstî ji bo peydakirina çareseriyê, li guhdana aqil û mantiq heye, neku li dûvketina dirûşm û nîqaşên bêsûd.”

Serok Barzanî herwiha got: “Niha rewş gelek aloz e, û ji bo vê yekê divê hemû aliyên vî xelkî ku hest bi berpirsiyariyê dikin, bi aqil û hîkmetê çareseriyeke guncaw peyda bike ku di xizmeta herkesî de be.”

Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsan amadekariyê bikin û got: “Eger pêwîstî ji bo peydakirina çareseriyê hebe em dê kêmasiyê nekin, lê divê welat tûşî şerê bi wekalet û çarenivîseke nediyar neyê kirin.”

RÛDAW


0 views