• www.bırcabelek.com

Parlementoya Kurdistanê ji ber pirojeqanûna reforman bêhnvedana xwe kurt dike


Parlementoya Kurdistanê ji ber pirojeqanûna reforman dê heyama bêhnvedana xwe zivistanê kêm bike.

Parlementoya Kurdistanê dê ji serê sala nû de derbasî nav bêhnvedana zivistanê bibe. Heyama bêhnvedana zivistanê ya parlementoyê du meh in.

Li gorî agahîyên BasNewsê, parlemento dixwaze ji ber pirojeqanûna reforman û karên din dema bêhnvedana xwe kurt bike.

Tê gotin ku dê di civîna sibê (24 vê mehê) de kurtkirina bêhnvedanê bikeve rojeva parlementeran.

Heta niha nayê zanîn parlemento dê çend rojan kêm bike lê tê texmînkirin herî kêm 15 rojan were kêmkirin.

Basnews

Kaynak: Parlementoya Kurdistanê ji ber pirojeqanûna reforman bêhnvedana xwe kurt dike


0 views