• www.bırcabelek.com

ENKS: Doza Kurdî li Sûriyê ji girîngtirîn pirsên Sûriyê ye


Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) binpêkirinên mafên mirovan li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî û Til Temirê şermezar dike û dixwaza rawestandina guhartina demografî li wan deveran dike.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bi sedhezaran kes koçber bûne û binpêkirin di derheqê tevahiya pêkhateyên deverê li ser destê grûpên çekdar tên kirin.

ENKSê ev binpêkirin şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kir, bi berpirsatiya xwe rabe û sînorekê ji guhartina demografî re li wan deveran deyne.

ENKSê daxwaz ji hemû rêxistinên mirovî yên navdewletî kir, alîkariyan pêşkêşî derbider û koçberan bikin û di vê derbarê de rola Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bilind nirxand.

ENKSê di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser yekrêziya helwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike û daxwaz ji PYDê dike di vê derbarê de gavên cidî li ser erdê bavêje û biryarên tekalî li ser çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê nede û li rêkeftina Duhokê ya di navbera her u aliyan de vegere.

Herwiha ENKSê daxuyaniya civîna Astana ya vê dawiyê û piştguhkirina doz û gelê Kurd li Sûriyê şermezar kir û diyar kir, doza Kurdî li Sûriyê yek ji girîngtirîn pirsên Sûriyê yên niştimanî ye û divê bi riyên siyasî û dadperwerane di çarçoveya çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê û ligor biryarên navdewletî yên pêwendîdar de were çareserkirin.

K24

S. B


0 views