• www.bırcabelek.com

Heyeta PAKê li Pîrmam Seredana Ofîsa Peywendîyên derve ya PDKyê Kir


Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Birêz Mustafa Özçelik, li gel endamê Komîteya Birevir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Birêz Orhan Kaya û Rêvebirê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî, roja 12.12.2019an li Pîrmam a navçeya Hewlêrê seredana Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê kirin.

Berpirsê Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê birêz Hoşyar Siwêylî û rêvebirên Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di vê seredanê de herdu alîyan girîngîya peywendîyên PDK û PAKê anîn ziman û di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina heyetên PAK û PDKyê bi awayekî dostane û biserkeftî li dar ket.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kaynak: Heyeta PAKê li Pîrmam Seredana Ofîsa Peywendîyên derve ya PDKyê Kir

RÛPELA NÛ


0 views