• www.bırcabelek.com

Kerkûk - DAIŞê gundekî kurdên Kakeyî da ber hawanan!


Terorîstên DAIŞê gundekî kurdên Kakeyî li kêleka bajarokê Daqûq yê Başûrê Kurdistanê dan ber hawanan.

Şeva borî terorîstên DAIŞê gundê Topzawa li kêleka bajarokê Daqûq yê Kerkûkê, ku gundê kurdên Kakeyî ye, dan ber hawanan.

Welatiyekî wî gundî bi navê Kameran Gazî ji BasNewsê re got, şeva borî terorîstên DAIŞê sê topên hawanê avêtin gundê me.

Kameran Gazî her wiha got, ji ber wê êrişê tiştek bi ti kesî nehat lê ziyan gihîşt hinek malan û xelkê gund tirsiyan.

Bi gotina wî welatiyê Kakeyî, ev cara yekem nîne DAIŞ êrişî gundê wan dike, ev çendîn car in gundê wan rastî êrişên DAIŞê tê.

Ew gundê ku rastî êrişê hatiye, beriya xiyaneta 16 Cotmeha 2017 di destê Pêşmerge de bû lê niha di destê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî de ye.

BasNews


0 views