• www.bırcabelek.com

Li Bexdayê grûpeke çekdar êrişî xwepêşanderan kir: 12 kuştî


Li Bexdayê li dijî xwepêşanderan êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de jî 12 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.

Li Bexdaya paytexta Iraqê nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê berdewam in û îro li nêzikî pira Sînek li Bexdayê, hejmareke kesên nenas êrişî xwepêşanderan kir û di encamê de 12 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.

Peymanêrê Rûdawê ragihand ku grûpeke çekdar bi çend otomobîlan hatine ber avahiyekî ku xwepêşander tê de bûn li nêzikî pira Sînekê û pêşiyê agir berdane wê avahiyê û piştre gule bi ser xelkê sivîl de barandine.

Ew devera ku êriş lê hatiye encamdan çend kîlometran dûr e ji qada Tehrîr a navendî li Bexdayê û derbarê êrişê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve heta niha ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Xwepêşandan û nerazîbûna xelkê li parêzgehên Iraqê, bi daxwazên nehiştina gendiliyê, peydakirina derfetên kar û dabînkirina xizmetguzariyan, roja 1ê Cotmehê dest pê kiribûn.

Herwiha di encama berdewbûna xwepêşandanan de Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî jî dest ji kar berda bû, lêbelê xwepêşandanên li Iraqê bi dawî nehatine û xelk li kolanan e.

Li gor Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji destpêka xwepêşandenan heta niha 460 kes hatine kuştin û zêdetir ji 19 hezar kes jî birîndar bûne.

RÛDAW


0 views