• www.bırcabelek.com

Du keçên din ên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin


Mala Êzdiyan li herêma Cizîrê 2 Keçên din yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne radestî encûmena jinan ya Şingalê kir.

Serokê mala Êzdiyan Şêx Ziyad Evdal ragihand, ev 2 meh in, hêzên asayîşa Rojava û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 keçên Kurdên Êzdî ji destê DAIŞê rizgar kirin û radestî mala Êzdiyan kirine û ew ê wan herdû jinan radestî encûmena jinan bikin li Şingalê.

Navê wan herdû keçan, Rîma Newaf temen 20 salî li Minbicê hatiye dîtin û navê ya din Elmas Selîm a temen 19 salî ye û li kampa Holê hatiye dîtin û herdû jî ji yekem roja êrîşa DAIŞê ser Şingalê ketibûn destê DAIŞê.

Rîma Newaf ji Rûdawê re ragihand ku ev 5 sal bû di destê DAIŞê de bû gelek kêfxweş e ku dê vegera nav kesûkarên xwe û got ku çekdarên DAIŞê ew biriye, Mûsil, Reqa, Minbic, Dêrezor û Felluceyê li Iraqê û got, “Elhemdulla ji Xwedê re ku ji destê DAIŞê xilas bûm.”

RÛDAW


0 views