• www.bırcabelek.com

Operasyona hevbeş a Amerîka û HSDê li dijî DAIŞê dest pê kir


Du mehan piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, careke din operasyonên hevbeş ên hêzên Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî rêxistina DAIŞê dest pê kir.

Bi gotina berpirsên serbazî yên Amerîkî şervanên HSDê piştevaniya hêzên Amerîkî li çend navçeyên Dêrezorê operasyonên serbazî pêk anîn û di wan operasyonan de hejmareke çekdarên DAIŞê hatine kuştin û herwiha hejmareke çekdar jî birîndar bûne.

Herwih hat ragihandin ku 10 çekdar jî hatine girtin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Kenneth McKenzie‎ pêştir diyar kiribû ku nêzîkî 500 leşkerên Amerîkî hêj li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne da ku ligel HSDê di hundirê roj û hefteyan de dest bi operasyona ‎dijî ‎DAIŞê bikin.‎

McKenzie herwiha dabû zanîn ku di van operasyonan de wê ligel Hêzên Sûriyeya ‎Demokratîk tevbigerin.‎

General Mckenzie gotibû: “Armanca me ew e, em pozîsyona xwe ya li vê derê biparêzin, ligel Hêzên ‎Sûriyeya Demokratîk (HSD), dijî hedefên DAIŞê li aliyê xwarê yê geliyê rûbarê Firatê dest bi ‎operasyonan bikin.”

RÛDAW


0 views