• www.bırcabelek.com

Hevpeymaniya Navdewletî bi Kurdî daxuyaniyek belav kir: Operasyonan dest pê kir


Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji nû ve dest bi operasyonên li dijî DAIŞê kirine û ragihandiye ku di encama yekem operasyonê de hejmareke çekdaêrn DAIŞê hatine kuştin û hejmarek jî hatine girtin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Beşa Operasyonên Taybet ya Hêzên Hevpeyman ve bi serenava, ‘Hevpeyman Operasyonên Xwe Ji Bo Têkbirina DAIŞê Dewam dike’ de hatiye belavkirin, hatiye gotin, “Di 22ê Mijdarê de, Hêzên Hevpeyman ji bo erka paqijkirina parêzgeha Dêre Zorê li Sûriyê, operasyonên xwe yên berfireh li dijî DAIŞê ji nû ve dest pê kirin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku di encama wê operasyonê de hejmareke çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin û tê diyarkirin, “Hevpeymanê hevkarî bi sedan komandoyên hêzên hevalbend re kir ku çend şane paqijkirin û zêdetirî 10 çekdarên DAIŞê girtin.”

Di daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî tê diyarkirin, rewşa vê dawiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û ji nû ve bicihbûna serbazên hevpeymanê li rojhilatê Sûriyê, bûne sedem ku operasyonên ji bo têkbirina DAIŞê demek kurt rawestin û bo operasyonên dawîn jî tê gotin, “Ev beşek ji qayîmkirina hevbeşiya şerê li dijî DAIŞê ye. Şaneyên terorîstî yên razayî hîn li bakurê Sûriyê gef in û hêzên ewlekariyê yên herêmî, li ser pêkanîna operasyonên li dijî terorê li devera di destê xwe de berdewam in.”

Herwiha tê gotin, “Fermandarê Hêza Operasyonên Taybet a Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê, Major General Eric Hill , hîn pabendî li peyketina DAIşê ye. Heta ku DAIŞê gefan nîşan bide, ji bo herêm û welatê xwe, divê em şiyar bin da ku rê li ber bigirin.”

Hevpeymana Navdewletî derbarê dawîn operasyona li dijî DAIŞê diyar dike, “Operasyon piştî rojên ji bo plan û aamdekariya li gel hev pêk hat û bersiv bû ji bo gefên DAIŞê yên zêdebûyî êrişkirinê. Piştî paqijkirina şaneyên gumanbar, hejmareke girîng a çekên sivik, teqemeniyên li malê çêkirî, cebilxane û amûrên elektironîkî yên şexsî, ji herêmê hatine rakirin.”

RÛDAW


0 views