• www.bırcabelek.com

Li Til Temir Aşûrî ditirsin ku karesata 2015ê dubare bibe


Piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Til Temir Aşûrî ditirsin ku karesata 2015ê dubare bibe.

Tirs li cem akinciyên Aşûrî li gundên di navbera Serê Kaniyê û Til Temir de çêbûye, ku grûpên çekdar ên opozisyonê heman karesata sala 2015ê ya DAIŞê li ba wan dubar bikin.

Piştî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê bo ser bajarê Serê Kaniyê û pêşveçûna hêzên êrîşker ber bi gundên rojava-rojhilat û başûrê Serê Kaniyê ve, tirs li ba akinciyên Aşûrî li gundên di navbera Serê Kaniyê û Til Temir de çê bû, lewra berê xwe dan Til Temir û gundên Aşûrînişîn li başûrê Til Temir û li ba xizmên xwe li gundê Til Nesrî bicîh bûn, bi hêvî ne, êrîş zû bi dawî bibe heta ku bikaribin vegerin mal û gundên xwe.

Jina Aşûrî ya koçber Suad Sîmon dibêje: “Dema şer destpê kir em koçber bûn, tu dizanî jin ditirsin, ji ber vê yekê em derketin, me malên xwe bicîh hiştin, em bi hêvî ne vegerin, me cilên xwe û hinek kelûpel bi xwe re anîn, hevjînê min jî li malê ma.”

Ji aliyekî din ve, Hêzên Pasevanên Xabûr ên Aşûrî ku beşek in ji HSDê li gundên Aşûrînişîn û çeperên şer belav bûn e, daku berervaniyê di ber xelk, gund û dêrên xwe de bikin, hevdem tirs li ba berpirsên Aşûrî heye, ku êrîşa DAIŞê ya sala 2015ê li ser gundên wan careka din ji aliyê grûpên çekdar ên opozisyonê ve dubare bibe, lewra wan xwe ji vê yekê re baş amade kiriye.

Ji Rêxistina Aşûrî Sergon Silêwe dibêje: “Di sala 2015ê de êrîşa dawî ji aliyê DAIŞê li ser me hat kirin, di encama de gelek Aşûrî hatin revandin, û gelek kenîse û gundên me jî hatin talankirin û wêrankirin. Niha jî em ditirsin heman êrîşa hovane ji aliyê çeteyên Tirkiyê li ser me bê kirin, em cardin ditirsin êrîş li ser gund û kenîseyên me, û li ser gelê me yê Aşûrî-Kildanî-Suryanî û herwiha pêkhateyên Kurd-Ereb û hemû xelkê Sûriyê çêbibe.”

Dawiya Sibatê û destpêka Adara 2015ê çekdarên DAIŞê êrîşî gundên Aşûrînişîn li ser çemê Xabûr li derdora Til Temira Cezîra Rojavayê Kurdistanê kirin, di encam de gelek gund talankirin û piraniya kenîse û dêran wêrankirin, herwiha bi sedan Aşûrî revanidn, ji xeynî ku bi sedan malbat jî ji navçeyê koçber bûn. Niha jî tirs heye ku heman karesat ji aliyê grûpên opozisyonê ve dubare bibe.

RÛDAW


0 views