• www.bırcabelek.com

Amnesty: 106 kes li 21 bajarên Îranê hatine kuştin


Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî (Amnesty International) di raporekî xwe de ragihand ku di xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 106 kes hatine kuştin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty derbarê derbarê xwepêşandên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku li 21 bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 106 kes hatine kuştin.

Amnesty herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku li gor wan raportên li ber destê wan hene dibe hejmara kuştiyan gihîşte be 200 kes jî lê heta niha ev yek nehatiye piştrastkirin.

Li gor daxuyaniya Amnestyê li parêzgeha Kirmaşanê 30 kes, li Sineyê 10 kes, li Urmiyê 4 kes, li Xuzistanê 35 kes, Tehranê 9 kes, li parêzgeha Farisê 6 kes, Li parêzgeha Elburzê 4 kes, li Kirmanê û Îsfehanê her yekê kesek hatine kuştin.

Di derbarê girtî û birîndarên xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de de Amnesty dibêje, bi sedan xwepêşander birîndar bûne û herwiha, bi hezaran xwepêşander ji aliyên hêzên ewlekariyê ve hatine girtin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan di roja xwe ya çarem de berdewam in. Li bajarên mezin ên Îranê weke Tehran, Tewrêz, Isfehan û Şîraz rewş aloz e hikûmet gefa girtin û tolhildanê ji rêkxer û çalakvanên xwepêşandanan dike û bo rêgirîkirin ji gihandina zaniyariyan bo derve hêla internêtê qut kiriye.

Bi biryara hikûmeta Îranê, buhayê benzîna azad ji 1000 tûmenî bû 3000 tûmenî û benzîn bi kertê jî bû 1500 tûmenî hat zêdekirin. Wê yek jî nerazîbûna xelkê li pey xwe aniye û ew 4 roj in ku li dijî wê biryarê xwepêşandan li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in.

RÛDAW


0 views