• www.bırcabelek.com

Senatoran di civîna Trump-Erdogan de nîgeraniyên xwe bo êrişa Tirkiyê ya li ser Rojava derbirin


Hejmarek senator beşdarî civîna Trump û Erdogan bûn Di civînê de nîgeraniya xwe li beramber êrîşa Tirkiyê bo ser Kurdan anîn ziman

Di beşekî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, ‎hejmarek senatorên nêzîkê Trump jî beşdar bûn. Di civînê de senator axifîn û hem wek nîgeranî û hem ‎jî wek pêşniyar behsa çend mijarên girêdayî Washington û Enqerê kirin.‎

Senatorê Komariyan Lindsey Graham got: ““Armanca vê civînê, hebûna derseke şaristanî ye bo dostên me li Tirkiyê. Herwiha derfeteke baş ‎heye, eger bikaribin bibînin.”‎

Kirîna sîstema S-400 ji aliyê Tirkiyê ve, rewşa penaberên Sûriyê û herwiha êrîşa Tirkiyê bo ser Kurdan li ‎Rojavayê Kurdistanê ew mijar bûn ku senatoran di civînê de anîn ziman.‎

Joni Ernst Senatorê Komariyan jî wiha axivî: “Em dixwazin wek hevpeymanekî bihêz di NATOyê de bimînin. Hun bo me gelekî girîng in. Loma em ‎dixwazin we bînin nav vê çarçoveyê. Em dixwazin behsa S-400an bikin. Dixwazim spasiya te bikim bo ‎axaftina li ser penaberên Sûriyê ku li ba we ne. Ev bo me gelekî girîng e. Herwiha em dixwazin li ser ‎wê yekê jî biaxifin ku hinek ji me hevpeymanî Kurd in û em dixwazin li wê jî biaxifin ka çawa kar li ser ‎vê pirsê bikin.”‎

Senatoran bi zelalî nîgeraniya xwe li beramber êrîşa Tirkiyê bo ser wan navçeyên di bin kontrola HSDê de ‎ne bo Erdogan anîn ziman. Hevdem, ji Erdogan re gotin, Kurd hevpeymanê Amerîkayê ne û ligel ‎Amerîkiyan di şerê dijî DAIŞê de jiyana xwe xistine metirsiyê.‎

Senatorê Komariyan Ted Cruz jî got: “Xala yekem a me sîstema S-400 a Rûsî ye, ku ligel firokeyên F-35 nagunce, em hêvîdar in ku Tirkiye ‎vê helwêsta xwe biguhere û S-400an veneguhêze. Xala duyem Kurd, Kurdan jiyana xwe xistin ‎metirsiyê daku ligel Amerîkayê şer li dijî dijminekî hevbeş bikin. Ev cihê nîgeraniyeke ciddî ye û em ‎naxwazin bibînin ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike.”‎

Senator hevdeng bûn ku divê dostayetiyeke bihêz di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hebe, hevdem ‎alozî û pirsgirêkên di navbera wan de hene çareser bikin. Herwiha pêdagir bûn li ser wêya ku Kurd ‎dostê Amerîkayê ne û nabe Tirkiye êrîşî wan bike.

RÛDAW


0 views