• www.bırcabelek.com

Li biryargeha leşkerî ya li Rihayê teqînên bihêz rû dan


Li fermandariya leşkerî ya li Rihayê teqînên bihêz rû dan. Parêzgariya wî bajarê Bakurê Kurdistanê aşkere kir ku di encama wan teqînan de 14 serbaz birîndar bûne.

Îşev derdora demjimêr 22.30an li fewca 20 a artêşa Tirkiyê ya li Rihaya Bakurê Kurdistanê, teqînên bihêz rû dan.

Parêzgariya Rihayê jî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li cebilxaneya li devera leşkerî ya wî bajarî 2 teqînan rû dane.

Di daxuyaniyêde hatiye gotin ku di encama wan teqînan de 14 serbaz birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di depoya çekên sivik de li fewca 20 a li bajarê Rihayê jiu ber sedemeke ne diyar rû daye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew şewata ku di encama teqînê de rû daye hatiye kontrolkirin û hemû bergiriyên emnî li wê deverê hatine girtin.

Herwiha hatiye aşkerekirin ku li ser teqînê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

RÛDAW


0 views