• www.bırcabelek.com

Parêzera Selçuk Mizrakliyî: “Itirafkarî ji kîsê xwe îfade daye”


Parêzera hevşaredarê berê yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Dr. Adnan Selçûk Mizrakliyî ji bianetê re eşkere kir ku îtirafkarî tiştên gotîn ji kîsê xwe gotiye û ne rast in.

Parêzer, Zulal Erdoganê diyar kiriye îtirafkarê bi navê H.A.B. diyar kiriye ku dema wî bi Mizrakliyî re kar dikir Mizrakliyî sûc kiriye. Lê li gor qeydên fermî di wê dema îtirafkar behsê dike de ew ne hevkarê Mizrakliyî bûye.

Îtirafkarî diyar kiriye ku di dema wan bi hev re kar dikir de endamekê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) yê bi navê Hogir li nexweşxaneyê hatiye dermankirin. Dr. Adnan Selçûk Mizrakliyî piştî Hogir derman kirî bêyî ku ji hêzên ewlehiyê re bibêje, destûr daye nexweş ji nexweşxaneyê derbikeve.

Li gor qeydên fermî H.A.B. yê îtirafkar hingê li nexweşxaneyê nedixebitî.

Çi bûbû?

Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin

Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.

Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"

22 Çiriya Pêşiyê Mizrakli hatibû girtin.

(RT/MB)


0 views