• www.bırcabelek.com

Federasyoneka navneteweyî dê xelatê bide rojnamegera kurd, Şehyan Tehsînê


FIPP(The International Federation of the Periodical Press, Federasyona Navneteweyî ya Çapemenîya Perîyodîk) dê îsal “Xelata Rêzlêgirtinê” bide rojnamegera kurd Şehyan Tehsînê.

Şehyan Tehsîn pêşkêşkareka Rûdawê ye. Wê bi bernameya Berpirsiyar xelat standiye. Bername kêşeyên Herêma Kurdistanê diyar dike û çareserîyan pêşniyar dike. Bernameya Berpirsiyar, bernameyeke Rûdaw TVyê ye ku ji aliyê Şehyan Tehsînê ve rojane, ji bilî rojên Înê, di saet 18:00an de tê pêşkêşkirin.

FIPP,ew federasyon sala 1925an li Fransayê hatiye damezrandin û salane serkevtîtirîn medyakarên cîhanê xelat dike.

Ji ber bandora vê bernameyê li ser civaka Kurdistanê û bi taybet bi sedema wê bernameya ku li ser destdirêjiya şofêrên taksiyê li hember jinan pêşkêş kir, Şehyan Tehsîn ji aliyê Federasyona Navdewletî ya Belavkiriyan (FIPP) ve hêjayî xelatkirinê hatiye dîtin.

FIPP ku xwe weke Tora Medyayî ya Cîhanî jî dinasîne, komeleyeke navdewletî ye û armanca wê pêşxistina naveroka medyayî ye bi rêya beşkirin û veguhastina zanyariyan û karê hevbeş ê piralî û çêkirina hevbeşiya stratejîk. Di FIPP de 700 kompanya û navend endam in, ku sala 1925an li Fransayê hatiye damezrandin û paşê baregeha xwe veguhastiye London a paytexta Brîtanyayê.

Federasyona navhatî du salan carekê kongreya cîhanî saz dike û her care jî li welatekê tê lidarxistin. Di 2017an de kongreya federasyonê li Londonê birêveçûbû, hevdem salane civînele lûtke ya taybet bi dahênerên dîcîtalî li Berlînê saz dike.

FIPP du dal carekê kovarekê diweşîne ku nûtirîn û serkevtîtirîn medyakaran diyar dike û cara yekê bi vê kovarê navdar bû.

Ew merasima ku Şehyan Tehsîn weke pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo wê hatiye vexwandin, bi hevbeşî li gel UPM li hotêla Planet Hollywood li Las Vegas a Amerîkayê û di rojên 12-14ê vê mehê tê lidarxistin û di êvara roja 12ê mehê de jî xelat tê pêşkêşkirin.

Jiyannameya Şehyan Tehsîn

Dema Şehyan Tehsîn li TEDx Dihokê axivî

Di karkirinê de keseka bi dîsîplîn e, berdewam hez dike ku berhemên baştir pêşkêş bike, ji ber bernameya Berpirsiyar ve weke pêşkêşkareka xemxor li hember kêşeyên xelkê û çareserkirina kêşeyên wan hatiye naskirin.

Şehyan Tehsîn ji sala 2015 ve li Tora Medyayî ya Rûdawê weke pêşkêşkara bernameya Nûroj û pêşkêşkara nûçeyan dest bi kar kiriye û beşdarî di çend xûlên rahênanên rojnamevanî yên Rûdawê de kiriye.

Di heyama karkirina xwe de li Tora Medyayî ya Rûdawê, pêşkêşkariya bernameyên Taksî Remezan, Citizen, Şehyana Hilbijartinan û Berpirsiyar kiriye.

Di heyama du salên bihorî de bi rêya bernameya Berpirsyar ve ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike, kêşeyên bi dehan kesên hejar û nexweş hatine çareserkirin, ku çandina dil û pişikan ji bo du zarokan, çêkirina xaniyan bo 3 malbatan, avakirina dibistanekê ji bo gundekî sînorê Silêmaniyê, vegerandina qerebûya beşdarên gundê Korî, tapokirina zewiyan bi ser 4,500 pêşmergeyan û dabînkirina alîkariyên tendirsutî û darayî ji bo sedan kesan, çend mînak ji wan mijaran in.

Şehyan Tehsîn beşdar bûye di rûmala bûyerên giring ên Kurdistanê de, ji wan jî kontrolkirina Şingalê ji aliyê Hêza Pêşmerge, di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de li stodyoyên Rûdawê û di anav xelkê rûmal kiriye, di hilbijartinên parlamento ya Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê de bernameyê wê yên taybet hebûne.

Şehyanê herwiha çendîn dîbeyt û rûmalên pêşangehên navdewletî û konferansan birêve biriye û çendîn hevpeyvîn li gel berpirs û kesên xuya yên Kurdistanê û biyanî encam daye.

Şehyan Tehsîn sala 1988an li bajarê duhokê ji dayik bûye.

Zanîngeh li beşa Şaristanî ya Fakulteya Endazyarî ya Zanîngeha Duhokê qedandiye û bawernameya bakaloriyosê wergirtiye.

Ji sala 1999an ve dest bi pêşkêşkariya bernameya zarokan di kanala Kurdistan TV ya li ser satelîtê karê ragihandinê kiriye û herwiha berî Rûdawê, pêşkêşkara War TVyê jî bûye.

Şehyan di sala 2018an de yek ji axêverên TEdx li Duhokê bûye û sala 2013 jî rêkxerê eventên Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bûye.

Hersê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî bi başî dizane.

(MB)

*Çavkanî: Rûdaw,


0 views