• www.bırcabelek.com

HSD berpirsatiya teqînên Girê Sipî û Serê Kaniyê dixe stûyê Tirkiyê


Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Tirkiyê di ber encamdana teqînên li Serê Kaniyê û Girê Sipî de berpirsyar dibîne, ku armanca wê ew e xelkê sivîl koçber bibe û demografiya wan herdu bajaran biguhêre.

Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî, ew herdu bajar rastî êrîşên bi riya otombîlên teqîner tê.

HSDê van êrîşan ku xelkê sivîl armanc digire bi tundî şermezar dike û Tirkiyê di ber van teqînan de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bike û malbatên çekdarên teroristên Îgorî, Tirkistanî û yên biyanî li şûna wan bicih bike û plana guhartina demografê bicih bike.

Duhî li nav bazara bajarê Girê Sipî teqînek di riya otombîleke bombekirî teqiya û di encama wê teqînê de 13 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

K24

S. B


0 views