• www.bırcabelek.com

Xelîl: Êrîşên li ser karwana sivîlan û nexweşxaneyê didome


Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, têkildarî biryara "Agirbestê" ku Tirkiye îlan kiriye beşdarî televîzyonê bû û diyar kir ku her çend navê wê agirbest be jî êrîşên li ser karwana sivîlan û Nexweşxaneya Serêkaniyê didome.

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 10'an de berdewam dike. Heyeta DYA duh li Enqereyê bi Serokomar Erdogan re hevdîtin kirin. Piştî heyeta ku Şêwirmendê Neteweyî yê Serokê DYA'yê Donald Trump Robert O’Brien û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey di navde bi Serokomar Erdogan re hevdîtin kirin, DYA diyar kir ku Tirkiye 5 rojan agirbest îlan kiriye. Têkildarî biryara "agirbestê" Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl, diyar kir ku êrîşên li ser Serêkaniyê didomin û wiha got: "Tevî biryara agirbestê êrîşî ser nexweşxaneya Serêkaniye dikin. Êrîşî karwana gel dikin. Ev nîşan dide ku êrîşê wan didome. Li aliyê din li dijî êrîşan berxwedan berdewam dike. Divê bertek û nerazibûnên li dijî şer bidomin. Ji ber ku şer didome. Divê tu kes bi vê agirbest nexape. Ji ber ku dixwazin bivê agirbestê çavê gelê cîhanê bigirin."

Xelîl, da zanîn ku li gorî li hevkirina Tirkiye û DYA herêma Ewle di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de ye û wiha got: "DYA li ser herêma navbera Serêkaniyê û Girê Sipî li hev kirine. Tirkiye û DYA di nava xwe de qala 40-50 kîlometre dikin. Lê me hêj bersîv nedaye vê yekê. Ji bo agirbestê me hêj bu pêwendî bi DYA re çênekiriye. Her çend navê wê agirbest be jî êrîşên li ser Serêkaniyê didomin. Divê hemû Kurdistanî nakokiyên xwe dînin aliyekî. Divê bi hevre li ber xwe bidin. Yekîtiyek derket holê. Divê her kes li qadan xwedî helwesek bin. Divê ev bibe pêngavek destpêkê ji bo Yekîtiya Neteweyî û Kongreya Neteweyî. Divê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê çalakiyên xwe sist nekin û çalakiyên xwe yên li qadan bêtir xurt bikin."

MA


0 views