• www.bırcabelek.com

Neteweyên Yekbûyî derbarê êrîşê de hişyarî da Tirkiyê


Neteweyên Yekbûyî, ji ber êrîşa ser Bakurê û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê ku hiqûqa navdewletî binpê neke.

Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî ji ber êrîşa ser bakurê rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hişyarî da Tirkiyê ku hiqûqa navdewletî binpê neke.

Neteweyên Yekbûyî bal kişandiye ser vîdeoyên kuştina Seroka Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û hinek endamên HSDê û dibêje: "Eger heye ku Tirkiye ji ber tawanên grûpên girêdayî wê, weke berpirsyar bê dîtin."

Neteweyên Yekbûyî Herwiha bang li Enqerê kir ku li ser egerên tawanên şer dest bi lêpirsînên serbixwe bike.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li gorî hiqûqa navdewletî eger heye ku Tirkiye di ber kuştinên grûpên girêdayî wê de weke berpirsyar bê dîtin.

Neteweyên Yekbûyî, weke mînak kuştina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û hinek endamên HSDê nîşan da.

Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku derbarê wan vîdeoyên kuştina bikom ên li ser medya civakî belav bûne, ew zanyariyan kom dikin û bang li Enqerê kir ku ji bo egerên tawanên şer dest bi lêpirsînên serbixwe bike.

RÛDAW


0 views