• www.bırcabelek.com

Trump: Bi ti awayî me Kurd bi tenê nehîştine


Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Rojavayê Kurdistanê de helwesteke nû nîşan da û ragihand: “Me bi ti awayî Kurd neterakandine û dibêje Kurd kesên taybet û bi şerkerên bêhempa ne.”

Donald Trump tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê bo Kurdan dike û dibêje: “Em alîkariyên darayî û çekan pêşkêşî Kurdan dikin.”

Derbarê peywendiyên Tirkiye û welatî xwe de ragihand: “Gelek kes ji bîr dikin ku Tirkiye şirîkekî bazirganî yê mezin ê Amerîkayê ye. Trump herwiha da zanîn ku di 13ê Cotmeha 2019an de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê li Washingtonê bibe mêvanê wî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Tirkiye û Amerîka du welatên hevalbend ên bazirganî ne û Tirkiye gewdeyên bi pola yên balafirên F-35an çêdike.

Donald Trump dibêje: “Gelek kes ji bîr dikin ku Tirkiye şirîkekî bazirganî yê mezin ê Amerîkayê ye. Tirkiye di çêkirina gewdeyên bi pola yên balafirên F-35an de dibe alîkar. Herwiha li Idlibê ji min re bûne alîkar ku gelek can ji mirinê hatine rizgarkirin.”

Trump herwiha bibîr xist ku li ser daxwaza wî qeşeyê Amerîkî Brunson li Tirkiyê ji girtîgehê hate derxistin.

Serokê Amerîkayê di heman demê de got ku Tirkiye endameke girîng ê NATOyê ye û da zanîn ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 13ê Cotmeha 2019an de serdana Washingtonê bike û dê hevdîtinekê pêk bînin.

Trump di beşeke din a daxuyaniya xwe de got: “Em ji Sûriyeyê vedikişin lê, em tu carê terka Kurdan nakin, ew mirovên ezîz û şervanên jêhatî ne. Em alîkariyên darayî û çekan pêşkêşî Kurdan dikin. Di heman demê de têkiliyên me yên bi hevalbedê me yê NATOyê û hevkarê me yê bazirganiyê Tirkiyeyê re jî pir baş in.”

Trump got li Tirkiyeyê nifûsê Kurdan zêde ye û wiha dewam kir "Tirkiye dizane ku li wê herêma Sûriyeyê (herêma operasyonê) bi tenê 50 leşkerên me hene, me ji zû de ew ji wir kişandin. Tirkiye heke bikeve şerekî nemecburî û hewcedarî, li ser aboriya wê û pereyê wê yê kêm dibe tesîreke mezin çêbibe."

Donald Trump duh Duşemê têkildarî egera êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê hişyarî dabû Tirkiyê ku ji sînorê xwe dernekeve û gotibû: “Ez dê aboriya Tirkiyê wêran bikim, eger ku bi zanebûna xwe ya mezin û bêmempa bizanim, ku ji sînorê xwe derketiye.”

RÛDAW


0 views