• www.bırcabelek.com

PAK:Qedexe kirin û tune hesibandina zimanê Kurdî ne karekî însanî ye


Li bajarê Batmanê(Elih) polîsan ne hiştin stranbêj DODAN bi kurdî stranan bêje, rê li ber girtin.

Vê helwesta polîsan qedexeya li ser zimanê Kurdî careke din anî rojevê.

Parêzgehîya Batmanê (Walitîya Batmanê) di vê derbarê de daxuyanîyek belav kir û got ‘’Ew kafeteryaya ku sitran lê dihate gotin, ne xwedîyê rûhsata alkolê û bernameyên muzîkê bû, ji ber vê yekê polîsan midaxale kirine’’.Ango, Walîtîya Batmanê dixwaze bibêje, ‘’me ne ji ber gotina stranên Kurdî ev midaxale kirîye’’.Ev daxuyanîya Walîtîya Batmanê ne cîhê qebûlê ye. Heger rûhsata wê kafeteryayê tunebe jî, ne şerd bû ku polîs midaxaleyî gotina sitaranan bike. Heger bêûsûlîyek hatibe tesbît kirin, diviyabû rojekê paştir, di derbarê wê kafeteryayê de lêkolîneke yasayî bihata destpê kirin. Aşkere ye ku midaxaleya polîsan ya ji bo rawestandina gotina sitranên Kurdî, nîşan û encama bêtehamulîya Kurdî ye jî.

Îro li dibistanên Dewleta Tirkîyeyê weke derseke hilbijartî mafê xwendina bi Kurdî hatîye qebûl kirin. Li gelek unîwersîteyên li Tirkîyeyê Beşê Edebîyat û Zimanê Kurdî heye.TRT Kurdî weke qanaleke dewleta Tirkîyeyê bi Kurdî weşanê dike.

Di demeke ku ev gavên fiîlî, resmî li Tirkîyeyê hatine avêtin li ber çav in; Sererkanê Artêşa Tirkîyeyê yê berê İlker Başbug hîna jî dibêje ‘’Zimanekî bi navê Zimanê Kurdî tune ye’’.

Di demeke ku ev gavên fiîlî, resmî li Tirkîyeyê hatine avêtin li ber çav in ; ji ber ku PAK di bernameya xwe de behsa zimanê Kurdî dike, Serdozgerê Mehkemeya Bilind a Tirkîyeyê(Serdozgerê Yargitayê) PAKê bi ‘nîjadperestîyê’ tawanbar dike.

Ma gava ku Sererkanê Artêşa Tirkîyeyê yê berê İlker Başbug, Serdozgerê Yargitayê bi vî rengî bifikirin û helwestê bigirin, çima polîs û walîyên Dewleta Tirkîyeyêjî bi şêweyên ne di rê de qedexeyan daneynin ser zimanê Kurdî?

Qedexeyên li ser zimanê Kurdî ne pirseke veşartî ye.

Li gorî Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê û li gorî hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê, herkesekî ku hemwelatîyê Tirkîyeyê

be, ew ‘Tirk’ e û kî behsa zimanê Kurdî, behsa Kurdan bike ‘ew nijadperest e, cudaxwaz e’’.

Belê berîya her tiştî divê hebûna miletê Kurd, hebûna zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî di Qanûna Bingehîn û hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de bêne bicîh kirin, bêne qebûl kirin.

Paşê jî divê di sîstema perwerdeya Dewlet Tirkîyeyê de, di warê çapemenî, ragehandinê de, bi projeyên psîkolojîk û sosyolojîk guhertin û xebateke zanistî û berfireh bê kirin. Bi van guhertin û xebatan divê hebûna miletê Kurd, di hişmendî û wîcdanê her Kurdekî, her Tirk, Ereb, Laz û Çerkezekî ku li Tirkîyeyê û li Kurdistanê dijîn de bê hûnandin.Divê di her warê jiyanê de kultureke ku herkesek bi nasnameya xwe ya etnîkî bê qebûl kirin, bê hûnandin, .

Zimanê dayikê di berdewamiya hebûna miletekî da heykelekî esasî ye. Di encama siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya înkarê û ya asîmîlasyonîst ya ku li Bakur Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi pilan li hemberî kurdan meşandîye, rê li ber perwerdeya bi kurdî hatîye girtin, Kurdî(Kurmancî, Zazakî) hatiye qedexekirin, di hafizeya gelê kurd da birînên kûr vebûne. Ji ber wê jî wezîfeyeke netewî ya herî girîng ya ku li ser milê 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn ew e ku; ji alîyekî ve ji bo kurd bibin xwediyê mafê perwerdeya zimanê dayikê û ev yek jî di qanûnan da were qebûlkirin têkoşîna xwe bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî, Ji bo kurdî bibe zimanê bazarê, zimanê sîyasetê, zimanê jîyana rojane û li her derê were axaftin divê bê westan xebat were kirin. Xwedî lê derketina li kurdî, xwedî lê derketina li pêşeroja miletê kurd e.

Belê ABC ya meseleyê bi van gavan destpê dibin.

30.09.2019

Kaynak: PAK:Qedexe kirin û tune hesibandina zimanê Kurdî ne karekî însanî ye

Rûpela nû


0 views