• www.bırcabelek.com

JIDAYIKBÛNA ROSTEMÊ ZAL


Zeynelabidin Zinar

JIDAYIKBÛNA ROSTEMÊ ZAL

Dibêjin palewanek bi navê Selmîyanê Sindî hebûye. Yekî wisa xurt û zirp bûye ku pelewanan pê nikarbû. Keçeke wî bi navê Gelpirûza jî hebûye, keçik hê ji bavê xwe palewantir bûye.

Gelpirûzayê sond xwaribû ku palewanê di şer de ku pişta wê nede erdê, wekî din ew bi kesî re nazewice.

Gelpirûzayê ji zû ve navê Zalê Zer bihîztibû û hertim dixwest ku here şerê wî, lê ji bavê xwe newêribû.

Rojekê keça Selmîyanê Sindî çûye nava daristanê û çend dar ji qurmê ve rakirine, dane ser hevûdu kirine piştî û kiriye ku bide pişta xwe here malê, di rabûnê de çiqek li ruyê wê ketiye û qelaştiye.

Dema keçik gehaye malê û piştiyê xwe daniye, çûye koçka xwe ruyê xwe girtiye û çend roj derneketiye derva. Bavê wê jî mereq kiriye ka çima keça wî nayê dîwana wî.

Selmîyanê Sindî qerwaşekê hinartiye pey keça xwe ku were ba wî. Dema keçik hatiye, Selmîyanê Sindî dîtiye ku keça wî ruyê xwe bi rûçavkê veşartiye, jê pirsiye: . Keça min tu nayê ba bavê xwe erê, lê çima te ruyê xwe girtiye?

Keçikê gotiye: . Bavo, ez çend roj berê çûbûm çiyê ku piştiyek dar bînim malê, dema min dar dan pişta xwe gelek giran bû, di rabûnê de çiqek li ruyê min ket û qelaşt. Îcar ez ji şerma xwe nedihatim civata te.

Selmîyanê Sindî rabûye li birîna li ruyê keça xwe niheriye, piştre gotiye: . Keça min, ev birîn ne şuxulê çiqê daran e. Yan te bi hinekan re destbazî kiriye?

Wê rojê navê keça Selmîyanê Sindî jî danîn Rûdev.

Rûdevê ji bo wê gotinê, ji bavê xwe xeyidî û çû destek kincê pelewanan li xwe kir, piştre çû extexanê, hespekî cengê derxist, gurzê bavê xwe hilda, berê xwe da bajarê Medînê û çû şerê Zalê Zer û xwe bi xwe got: "Dibêjin, Zalê Zer palewanekî xurt e. Ez ê herim bajarê Medînê li meydana palewanan û şerê wî bixwazim. Heke ne serdestê min be, ez ê lêxim bikujim. Lê eger ew serdestê min be, ez ê pê re bizewicim.”

Rûdev siwarê hespê cengê ye, li meydana şer a bajarê Medînê sekinîye û gurzê xwe quloz dike, bang dike ku Zalê Zer were şerê wê.

Palewanê Mala Zalê Zer derketin û çûn meydanê. Bala xwe danê ku palewanek e lê hema agir ji devê wî dibare. Tev tirsiyan û kesî troş nekir ku pê re şer bike.

Xeber dan Zalê Zer û gotin: - Pelewanek li meydanê sekiniye, dengekî wisa ji gurzê wî tê, meriv dibê ku brûsk dijene. Kesî ji me troş nekir ku pê re têkeve cengê.

Zalê Zer rabû, kincên pelewanan wergirtin, gurz û şûrê xwe hildan û li Eşqerê Dêmzer siwar bû çû şerê wî palewanê nenas.

Dema Zalê Zer nêzê wî palewanî bûye, palewan bang kiriye û gotiyê - Ev hespên di bin me de jî, xûn û goşt in. Em peyabin û gulaş bigrin. Eger min tu avêt erdê ez ê serê te jêkim, yan ku te ez avêtim erdê tu serê min jêke.

Zalê Zer û palewanê nenas, dest bi şer kirin, heta derengiya rojê domandin, lê Zal kir û nedikir, nikaribû wê bavêje erdê. Zal hewar ji Xwedanê şev û rojan xwest, pêre pêre qeweta çil palewanan hatê û hema pê gir palewanê nenas avêt erdê û şûr hilda ku serî wî jê bike, palewanî got: . Raweste, heta ez singa xwe vekim, bihna min dernakeve, hêj min bikuje.

Zalê Zer li ser dilê palewanî sekinî heta ku hinga xwe vekir û herdu memikên xwe yên zer nîşanê Zalî dan. Zal şûrê xwe li erdê xist û şikand, piştre bi kulman li serê xwe xist û xwe bi xwe got: . Qeda û heft bela li min bikevin. Çewa ez Zal bim, ez ji sibehê heta niha nikaribim bi jinekê.

Zal rabû, bi milê wê jî girt û rakir ser nigan.

Rûdevê got: . Zalê Zer, ne qewata çil fêrizî lê ya heştê fêrizî jî bi te re hebûna, te nikaribû ez bikuştima. Ez ji bavê xwe xeyîdîme, lewma hatime virê û dixwazim bi te re bizewicim.

Evîna Zalê Zer jî, li palewana rindik geş bû. Zalê Zer û Rûdevê li hespên xwe siwar bûn û çûn koçkê. Dawet dest pê kir, çil roj û çil şev domand, 300 beran, 300 conega û 300 mihên stewr serjê kirin. Sifra xwarinê rastkirin û ji çarnikalê Kurdistanê hatin ser sifra dawtê. Piştre mehra wan birrîn û Rûdevê bû bûk, Zal jî zava…

Di wê nave re neh meh, neh saet û neh deqe temam bûn, Rûdev kete ber welidandinê, lê pîrikan kir û nekir nikaribûn zarûka wê derxin derva. Pîrejineke pispor got: “Parxanê Rûdevê yê rastê biqelêşin û zarûka wê derxin derva.”

Bizişkan parxanê Rûdevê qelaştin û zarûka wê derxistin, bala xwe danê zarûk lawîn e. Lêwik tahfîl kirin, şûştin û kinc lê pecan. Lê belê lêwik xwe liba kir, pehîn avêtin û kincên li xwe tev qelaştin. Pîra pispor got: “Hebe tunebe, ew palewanê ku digotin, wê ev lawik be…” Piştre Pîrê got: “Kulavekî yekbore bînin û lêwik tê de bipêçin, belkî tê de biheşire.”

Mizgînî dan Zalê Zer û behsa lawikê nûhatî gotinê. Li dîwanê bi dengdana hemû kesên li civatê, nave lawikê nûhatî danîn ROSTEM.

Rostem û malbata xwe man bi xêr û xweşiya xwe, çîroka min jî li virê geha dawiya xwe.

Gundê Çirçirkê 23/ 09/ 2019