• www.bırcabelek.com

Rûsya û Kurdistanê rêkeftinek bazirganî îmze kirin


Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Moskwoê û Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Kurdistanê, îro li Moskowê rêkeftinek ji bo pêşvebirina peywendiyên aborî û bazirganî di navbera herdu aliyan de îmza kirin.

Îro Duşemî 16ê Îlonê li Moskowê Korbenda Derfetên Weberhênanê li Herêma Kurdistanê dest pê kir û tê de gotûbêj derbarê weberhênana hevbeş û herwiha hinarde û hawirdeya hevbeş di navbera Hewlêr û Moskowê de hat kirin.

Ev cara yekemîn e ku korbendeke wiha di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de tê sazkirin. Korbend, li avahiya Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Moskowê hat lidarxistin.

Şandeke mezin ji Herêma Kurdistanê ku ji 40 kesan pêk tê, bo amadebûn di vê korbendê de serdana Rûsyayê kiriye. Di nava şanda Herêma Kurdistanê de, nûnerên Wezareta Bazirganî û Pîşesazî, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, Geştuguzar, serokên odeyên bazirganî û pîşesazî yên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê li gel hejmarek bazirganên Herêma Kurdistanê cih digirin.

Korbend ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Federasyona Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyên Kurdistanê û Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyên Moskowê ve hatiye organîzekirin.

Bekir Ebduall ku xwedî kare û di wî korbendî de beşdar e ji Rûdawê re ragihand, lidarxistina wê korbendê û pêşvebirina peywendiyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de gelek girîng e.

Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê, Dara Celîl Xeyat ji Rûdawê re ragihand, çûna wan ji bo Rûsya bi armanca pêşvebirina peywendiyên abûrî û bazirganiye dinavbera herêma Kurdistanê û Rûsya de.

Dara Celîl Xeyat herwiha balkişande ser wê yekê ku ew hêvî dikin ev serdan bibe gavek ji bo ku kompaniyayên Rûsyayê bikarin baştir li herêma Kurdistanê karê xwe bikin.

Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî yên Herêma Kurdistanê herwiha got, hejmareke kompaniyayên mezin yên Rûsyayê li Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de kar dikin û got, ew hêvî dikin ku kompaniyên din ên Rûsî kelûpelên xwe bînin Herêma Kurdistanê.

Îmzakirina wê rêkeftinê di çarçêveya korbenda pêşkêşkirina derfetên weberhênanê li Kurdistanê de ye, ku li Rûsyê birêve diçe û têde gotûbêj derbarê weberanîna hevbeş di navbera Hewlêr û Moskow de tê kirin.

Lidarxistina korbendê di demekê de ye, ku biryar e Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov jî di çaçroveya serdana xwe ya bo Iraqê de ku dê rojên 7 ê 8ê Cotmehê pêk bîne, serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi rayedarên Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.

RÛDAW


0 views