• www.bırcabelek.com

Jinek ev 55 sal e şeraba sor çêdike


Fexriya jineke Xirîstiyan e ku ev zêdetirî 50 sal e, li Şeqlawa mijûlî çêkirina şeraba sor e.

Fexriya ku temenê wê 70 sal e, tiriyê reş ê herî baş bo çêkirina şeraba sor bikar tine ku bi gotina wê salane nîv ton şarabê berhem tine.

Qonaxa yekem ê Fexriyayê hilbijartina tirî ye, ku nabe madeyên kîmyayî têkil bûbe, piştre bo maweyê sê rojan li ber rojê datîne heta ku hişk dibin.

Qonaxa duyem guvaştin e ku karekî dijwar e û hêz bo pêwîst e, ji ber wê yekê hinek caran kurê wê alîkariya Fexriya dike. Ji her 10 lître tirî yek lître şerab tê bidestxistin.

Herwiha Fexriya, şerabê di kûpekê (pêka şerabê) de kom dike û di odeyeke ku pileya germayê di navbera 17 heta 20 be û bo maweyê 40 rojan dihêle heta ku gaz jê derdiçe.

RÛDAW


0 views