• www.bırcabelek.com

Erdogan li ser ‘Navçeya Aram’ gef li Ewropayê xwar!


Serokomarê Tirkiyê dibêje, Eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke li Navçeya Aram, ew dê deriyan li ber koçberan vekin ku berê xwe bidin welatên Ewropayê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereya paytexta wî welatî, li gel berpirsên AK Partiyê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê civiya û di wê civînê de gotarek pêşkêş kir.

Erdogan derbarê derbarê ‘Navçeya Aram’ de ragihand ku pêwîst e Ewropa di pêkanîna wê navçeyê de alîkariya Tirkiyê bike û got ku eger Ewropa alîkariya Tirkiyê neke li Navçeya Aram, ew dê deriyê koçberiyê vekin ku ew derkevin welatên Ewropayê.

Serokomariyê Tirkiyê herwiha got ku eger Amerîka beşdarî avakirina ‘Navçeya Aram’ nebe , ew dê bi tena xwe Navçeya Aram pêk bînin.

Serokomarê Tirkiyê diyar jî kir ku ew dê heta dawiya meha Îlonê çavdêriyê bikin û piştire dê li Bakurê Sûriyê dest bi karê pêkanîna ‘Navçeya Aram’ bikin ku wê bi dirêjahiya hêla sînorî be ligel Sûriyê ku 450 kîlometre be.

Erdogan ji Ewropa û Amerîkayê re got, “Werin piştevaniya me bikin, em dê di kurahiya 30 kîlomtre li Bakûrê Sûriyê, avahiyan çêbikin û wan koçberan jî veguhêzin wan deveran.”

Erdogan derbarê bûyerên li Derya Spî de jî got ku ew li gotina xwe dinêrin û weke welatekî garantor mafê wan heye li ser wê deverê biaxiivn. Erdogan herwiha got ew dê sêyem keştiya sondajê jî bişînin wê deverê.

Serokomarê Tirkiyê, rexne li Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî girt û got ku di bûyerên Tirkiyê de CHP partiyeke bê helwest e û her wiha got ku ew rê nadin ti kesî ku destwerdanê di karûbarên Tirkiyê de bike.

Amerîka û Tirkiyê derbarê pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê li hev kiribûn û di vê çarçovê de li Rihaya Bakûrê Kurdistanê, ‘Navendeke Operasyonên Hevbeş’ di navbera herdu aliyan de hatibû avakirin.

Lêbelê beriya çend rojan Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkere kiribû ku derbarê ‘Navçeya Aram’ de di navbera wan û Amerîkayê de nakokî hene û diyar kiribû ku ew li gel Amerîkayê wê navçeyê pêk neyînin, dê bi tena sere xwe ava bikin.

RÛDAW


0 views