• www.bırcabelek.com

ENKS: Waşintun daxwaza rêkkevtineke Kurdî-Kurdî û rol gêrana ENKSyê dike li rojavaya Kurdistanê


Şandeke ENKSyê ku niha li Emerîkaye bi armanca gotûbêjkirina rewşa rojavaya Kurdistanê li gel berpirsên Emerîkayê û li gel wezareta derveya Emerîkayê civîyane.

Serokê Komîteya peywendîyên derve yê ENKSyê ku niha li Emrîkayê ye, ragehand: Waşintun daxwaza rêkkevtinekê dike di navbera alîyên Kurdistanî li rojavaya Kurdistanê.

Herweha got: Emerîka dixwaze ENKSyê rola xwe bileyîze li rojavaya Kurdistanê.

Kamîran Haco, Serokê Komîteya peywendîyên derve yê ENKSyê, bi Kurdistan 24ê re ragehand: Wan daxwaz ji Emerîkayî kirîye ku rolekê bileyîze bo rêkkevtina Kurdî- Kurdî li Suriyê . Herweha got: Waşintun ji me re gotîye ku Emerîka piştîvanîya rêkkevtineke Kurdî dike li rojavaya Kurdistanê.

li gor axivtinên wî jî, di rojên dahatî de, sand ENKSyê dê serdana Elmanîyayê jî bike û ligel berpirsên wî welatî cvînan lidarbixin.

K24


0 views