• www.bırcabelek.com

Pentagon bo Rûdawê: Ti berpirsyariya me di teqînên li Iraqê nîne


Berdevkê Pentagonê red kir ku ti peywendiyeke wan di teqînên depoyên çekan ên li Iraqê hebe.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sean Robertson, derbarê teqînên di depoyên çekan ên li Iraqê, axivî û ragihand ku ti berpirsyariya welatê wî di wan teqînan de nîne.

Sean Robertson, di bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê de jî got, “Hebûna Amerîkayê ya li Iraqê ji bo palpiştiya hewldanên wî welatî ye li dijî DAIŞê û bo palpiştiya serweriya Iraqê ye. Pabendî rênimayên hikûmeta Iraqê yên di warê bikaranîna asîman in.”

RÛDAW


0 views