• www.bırcabelek.com

Mamosteyên Hong Kongê Tevlî Xwepêşandanan Dibin


Mamosteyên Hong Kongê ew jî îro Şemiyê derketin ser cadeyan û tevlî xwepêşandanên dijî hikûmetê bûn ku ev bûye nêzîkî sê mehan berdewam in.

Yu, ku mamosteyekî mozîkê ye ji ajansa Reutersê re got ew “cegerdariya xwepêşanderan ji bo Hong Kongê bi başî dinirxînin û dibînin ku ew ji hikûmetê wêrektir in.”

Mamoste li navçeya darayî civiyan, berî ku bi aliyê bingeha hikûmetê biçin, cihê seroka rêvebir a Hong Kongê, Carrie Lam.

Biryare roja Şemî û Yekşemê xwepêşandanên bêhtir li seranserî Hong Kongê bibin.

Piraniya xwepêşandanan rojên dawiya heftê de dibin, lê xwepêşandana dawiya hefteya borî li firokxaneya navnetewî derbasî rojên hefteyê jî bû, piştî pevçûnên tund di navbera polîs û xwepêşanderan de.

Xwepêşandanan bi awakî aştiyane dest pê kir ji bo rawestandina yaseyekê ku wê bergumanên hin sûcan radestî Çînê bibin ji bo dadgehkirinê.

Lê piştre xwepêşandan berfereh bûn û wan daxwaza çaksaziyên demokratîk kirin.

Dênge Amêrika


0 views