• www.bırcabelek.com

PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin


Di roja 31ê tîrmeha 1983yan de li dijî Barzanîyan Enfal hate li dar xistin. 8 Hezar mêrên ku temenê wan ji 7 salî heta 85 salî bûn , ji alîyê rejîma Seddam , ji herêma Barzanê hatin derxistin û anîn herêma Kuştepe ku bi ser wîlayeta Hewlêrê ve ye û li kampên Kudus û Kadisiye heps kirin. Mêrên Barzanîyan bi rojan bê av û bê nan di nav van kampan de hiştin, di dawiya eziyeteka mezin de hatin wendakirin. Çi bi serê van mirovan de hat, heta îro jî nayê zanîn. Di ser vê jenosîdê de 36 sal derbas bû ye, lê hîn jî tu xeber ji piranîya van 8 hezar kesan tuneye. Ev mirov hatin îmhakirin û bi tevayî hatin binaxkirin. Cenazeyên kêm kesan ji wan vê dawîyê hatine dîtin.

Em di 36emîn salvegera Enfala 8000 Barzanîyan de, şehîdên Enfala Barzanîyan û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.Hemû qesasên Enfala Barzanîyan careke din rûreş dikin.31.07.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kaynak: PAK: Em 8000 şehîdên Enfala Barzanîyan bi giramî bibîr tînin

Rûpela nû


0 views