• www.bırcabelek.com

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê êzîdiyan kir


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê êzîdiyên Kurdistan û cîhanê Mîr Hazim Beg kir.

Îro mîrê nû yê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, li Lalişê sûnd xwar û bi fermî dest bi mîratiyê kir.

Bi vê helkeftê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî telefona mîrê êzîdiyan kir û pîrozbahî lê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji Mîr Hazim Beg re hêviya serkeftinê xwast û ragihand, hikûmet û gelê Kurdistanê dê piştevaniya wî û xûşk û birayên êzîdî bikin, her wiha dê wek her car hewl bidin xizmeteka hêja pêşkêşî wan bikin û êş û janên wan kêm bikin.

BasNews


0 views