• www.bircabelek.com

ÊLIH - Ji ber ku Tirkî nizane hat cezakirin


Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê, jineke 50 salî ji ber ku nekarî bi zimanê Tirkî bersiv bide karmendên rapirsiyê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK), 1055 lîre cezayê pereyan lê hat birîn. Tenzîre Çetîn diyar dike ku ji ber Tirkî nizane û bersiv nedaye pirsên karmendên TUÎKê, ev ceza jê re hatiye birîn.

Li gor nûçeya rojnameya herêmî ya Êlihê ya bi navê "Son Soz", karmendên rapirsiyê yên Rêveberiya Herêmî ya Sêrtê ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) di sala 2015an de li Êlihê ji Tenzîre Çetîn re çend pirsyar kirin û ji ber ku Tenzîre Çetîn zimanê Tirkî nizane, diyar kiriye ku naxwaze bersiv bide.

Li ser vê mijarê, hefteya derbasbûyî ji aliyê Daîreya Bacê ve belgenameya cezayê ji Tenzîre Çetîn re hat şandin, ku têde hatiye diyarkirin, ji ber ku beşdarî rapirsiyê nebûye, 1055 lîre ceza jê re hatiye birîn.

Berpirsên Rêveberiya Herêmî ya Sêrtê ya TUÎKê dibêjin: “Karmendên me yên rapirsiyê yên TUÎKê, di lêkolînên meydanî de diçin malan. Ji bilî mirin, nexweşî û nebûna li malê, beşdariya rapirsiyê neçarî ye. Eger hemwelatî beşdarî rapirsiyê nebe, ji dadgehê bo mala hemwelatî agahdarî diçe. Divê di nav 7 rojan de bersiv bide wê agahdariyê. Eger bersiv nedabe agahdarkirinê jî, ji aliyê dadgehê ve li gor Yasaya Rapirsiyê tê cezakirin.”

RÛDAW


0 views