• www.bircabelek.com

Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê sûnda yasayî dixwe


Îro 10ê Hezîranê bi amadebûna hejmarek ji serkirde, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî yên li Iraqê, rêûresma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê birêve diçe.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, her yek ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdilmehdî, Serokê Parlemantoyê Mihemed Helbûsî û serokên firaksiyonên Parlemantoya Iraqê ji bo beşdariya di merasîna sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de bikin, hatine vexwandin.

Wî jêderî da zanîn, nûner û balyozên welatên biyanî yên li Iraqê û di nav wan de Balyozên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Almanya, Japon û Îranê jî hatine vexwandin.

Diyar kir, hejmarek mezin ji kesayetiyan tekezî li ser beşdariya di rêûresma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de kirine, lê hîna Adil Ebdilmehdî dawî biryar nedaye, lê heger ew bixwe amade nebe, dê şandekê bi nûnertiya xwe û Hikûmeta Federalî bişîne.

Roja 28ê Gulana 2019an Parlemantoya Kurdistanê bi piraniya dengan Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart. Parlemantoya Kurdistanê jî roja 10ê Hezîranê bo sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir.

Li gor nivîseke fermî ya Serokatiya Parlemantoyê, civîna Parlemantoyê ya karnemaya civîna 7emîn roja 10ê Hezîranê li Hola Seid Ebdulah birêve diçe.

Li gor nivîsa Serokatiya Parlemantoyê, karnameya civînê bi vî awayî dibe:

Yekem: Rêkarên taybet bi sîndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê – Iraq:

1- Rawestandina xuleke bêdeng û rêzgirtin li giyanên pak ên şehîdên Kurdistan û Iraqê, ligel sirûda niştimanî ya Iraqî û sirûda netewî Ey Reqîb.

2- Xwendina biryara hejmara (6) a sala 2019an a taybet bi hilbijartina rêzdar Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê.

3- Sûndxwarina birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî.

4- Pêşkêşkirina gotarên beşek ji beşdaran bi wê boneyê.

5- Gotara birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî.

Duyem: Binavkirina Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê – Iraq li gor birgeya (3) ji madeya (56) ji yasaya Hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê ya hejmar (1) a sala 1992an ya serastkirî.

K24

S. B


0 views