• www.bircabelek.com

Di 4 sal û 10 mehan de 3476 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin


Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Kurdên Êzidî li Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di nava 4 sal û 10 mehan de 3 hezar û 476 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê hêj 2 hezar û 941 kes winda ne.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, ji Tebaxa 2018an ve ti zilamekî Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê nehatiye rizgarkirin, herwiha li gor zanyariyên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Kurdên Êzidî, ti zilamekî Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, sax nemane.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Kurdên Êzidî, Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re ragihand, ji Tebaxa 2014an heya Adara 2018an, ji 6 hezar û 417 kesan, tenê 3 hezar û 476 kes hatine rizgarkirin.

Xeyrî Bozanî da xuyakirin, hêj 2 hezar û 941 kes ji Kurdên Êzidî nediyar in û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, DAIŞê êrîşa xwe bo ser navçeya Şingalê û deverên din ên cihê nîştecihbûna Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û di encama wan êrîşan de bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dîtin û rizgarkirina welatiyên Kurdên Êzidî ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, ofîseke taybet damezrandiye, ku rasterast ser bi ofîsa Nêçîrvan Barzanî ve ye û di rêya vê ofîsê ve bi sedan kes ji keç, jin û zarokên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Di êrîşên sala 2014ê de, çekdarên DAIŞê herwiha bi sedan welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin. Piştî rizgarkirina navçeya Şingalê û deverên din ên Êzidiyan, bi dehan gorên bikom li wan deveran hatine dîtin ku termên welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî têde ne û ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Parve bike

RÛDAW


0 views